Di êrîşa li Sêwregê de 6 kes hatin girtin

Li Sêwregê di êrîşekê de 6 kes hatibûn qetilkirin. Piştî vê êrîşê 2 jê kesên mexdûr 6 kes hatin girtin.

Li Taxa Çeltîkê ya Sêwrega Rihayê di 15’ê Hezîranê de ji ber ‘meseleya erdan’ Hakki, Zozan, Meral, Mûsa Serhat Îzol, Ridvan Bûlûş (30) û Serdar Delen ji aliyê birayê parlementerê berê yê AKP’ê Zulfîkar Îzol hatibûn qetilkirin. Di vê êrîşê de 6 kes hatin girtin. Di vê êrîşê de 2 kesên ji malbatên mexdûr jî hatine girtin.

Piştî êrîşê birayên Zulfîkar Îzol, Bulent Îzol, Cîhan Îzol û kurê wî Ferman Îzol hatibûn girtin. Mehmet Metîn Îzol û Yûsûf Rojhat Îzol ên ku xizmên hatine kuştin in, hatibûn girtin.

Cemal îzol ê ku birayê parlementerê berê ye, ew jî hatibû girtin.