Di du rojên dawîn de cenazeyên 11 leşkeran anîn nexweşxaneya Geverê

Piştî êrişa ku dewleta Tirk tevî hevkariya PDK’ê dabû destêkirin, şer didome. Di du rojên dawîn de cenazeyên 11 leşkeran anîn nexweşxaneya Geverê.

Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Piştî van êrişan li ser xeta sînor jî şer û pevçûn zêde bûn. Liv û tevgera leşkerî ya zêde ya li ser xeta Colemêrg û navçeyên wê yên Gever û Çelê didome. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di rojên dawî de 11 cenazeyên leşkeran anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hate diyarkirin ku li ser xeta sînor sewqiyateke zêde ya leşkerî û sivîl tê kirin. 

Ji ber ku şer û pevçûn dewam dikin, gundên li ser sînor hewl tê dayîn ku bên valakirin. Gundê Marînos ê li nêzî Çiyayê Kato yê Colemêrgê ku 4 rojan şer lê berdewam kir, bi valakirinê re rû bi rû ye. Hate diyarkirin ku piştî pevçûnan hemû ciwanên li gundê Marînosê dijiyan ji gund hatine şandin û di heman demê de şivanên ku li nifûsa gund neqeydkirî jî ji gund hatine derxistin. 

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin li gund tenê çend mirovên pîr mane, gelek birên pez bêşivan mane û gundiyên ji bo wergirtina pez diçin gund nahêlin biçin. Hate diyarkirin ku leşkerên ku hemû ketin û derketinên gund girtine herêm weke “Herêma Ewlehî ya Eskerî” ragihandine.

MORGÊN SEYAR BIRINE GUND

Hate diyarkirin leşkerên Tirk ên di şeran de dimirin dibin nexweşxaneya seyar a li gundê Ertûş a Çelê û li herêmê morgên seyyar hatine bicihkirin.

Hate diyarkirin hejmara leşkerên mirî û birîndar gelekî zêde ne û her roj helîkopter cenazeyê 10-15 leşkeran dibin nexweşxaneyê Colemêrgê.

Hate diyarkirin li navçeyan ji bo leşkeran beşên cihê hatine çêkirin û tevdîrên li vir hatine zêdekirin.