Di 'Doza Nisêbînê' de tecrîd hate şermezarkirin

Di 'Doza Nisêbînê' de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin, berxwedana Leyla Guven jî hate silavkirin.

5’emîn rûniştina doza 53 kesan dest pê kir yên ku di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de di 26’ê Gulana 2016’an de hatibûn girtin. Rûniştina dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê li salona konferansê ya Midûriyeta SGK’ê pêk hat. Ji 53 kesên derbarê wan de cezayê girtîgeha “Muebeta giran” tê xwestin tenê 10 girtî anîn dadgehê.

GIRTIYAN TECRÎD ŞERMEZAR KIRIN

Girtî Omer Farûk Engîn ê ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê anibûn dadgehê parastina xwe kir. Engîn parastina xwe bi Kurdî kir û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Engîn got; “Tecrîda giran a li ser Rêzdar Ocalan lanet û şermezar dikim.”

Parêzer Gulbîn Şahîn Daghan jî, ji şandeya dadgehê xwest ku dîmenên êşkenceyê yên dema muwekîlê wê hatibû destgîrkirin bînin dadgehê.

Daghan wiha got; “Muwekîlê min dibin êşkenceyê de hin îfade dane. Ez dixwazim ev îfade ji dosyeyê bên derxistin. Bi şaşî îdîanameya Sadik Tan ji muwekîlê min re hatiye şandin. Di dema êşkenceyê de bersûc li baxçeyê dibistanê şilf û tazî dikin û bi vî awayî dibin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê personelek çarşevekê dide wî. Dûre ew çarşev ji wî tê girtin û ji bo lêkolînkirinê dişînin.”

Girtî Îbrahîm Halîl Idiz jî tecrîd şermezar kir û Leyla Guven silav kir.

Idiz balkişand li ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tokatê û ragihand ku 14’ê Mijdarê gardiyanan êrîşî gîrtiyan kiriye.

Navbera nîvro ji bo rûniştina dozê hate dayîn.