Di Doza Nisêbînê de cezayê muebbetê hate xwestin

Rûniştina Doza Nisêbînê pêk hat. Dozger ji bo Nûbahar Ozdemîr cezayê muebetê xwest.

Rûniştina doza Nûbahar Ozdemîr a di 26'ê Gulana 2016'an de li gel 17 jê zarok 70 kesên piştî qedexeya derketina kolanan hatibû destgîrkirin û piştre hatibû girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê pêk hat.

Piştî tespîta nasnameya Nûbahar Ozdemir, rûniştina dozê dest pê kir. Ozdemir ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi rêya (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Di rûniştinê de parêzerê Ozdemir li salonê amade bû. Dozger der barê Ozdemir de mutaala xwend û xwest Ozdemir bi îdîaaya “Yekitî û tevahiya dewletê xera kiriye" bi cezayê muebeta giran bê cezakirin. Parêzerê Ozdemir jî derbarê mutaalaya dozger de dem xwest. Ozdemir jî xwest bê berdan. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û xwest Ozdemîr di rûniştina pêş de li salone amade bibe. Heyetê piştre doz taloqî 24'ê Çileya 2020'an kir.