Di doza Nisêbînê de ceza dane girtiyeke dî jî
Di Doza Nisêbê de cezayê miebete girankirî û 18 sal ceza li Nûbahar Ozdemîr hate birîn.
Di Doza Nisêbê de cezayê miebete girankirî û 18 sal ceza li Nûbahar Ozdemîr hate birîn.
Danişîna Doza Nisêbînê ya 70 kesî, ku 17 jê zarok in û 26'ê 2016'an dema Berxwedana Xwerêveberiyê hatibûn girtin berdewam kir.
Danişîna Hêja Algan, Abdulkadir Baybars û Nûbahar Ozdemîr li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê hate dîtin.
Danişîna Hêja Algan ê ku tevlî danişînê nebû taloqî 29'ê Hezîranê bû. Baybars tevlî danişînê bû lê ji ber ku parêzerê wî ne hazir bû danişîna wî taloqî 29'ê Hezîranê bû.
Dadgeha dagirker a Tirk cezayê miebeta girankirî û 18 sal ceza li Nûbahar Ozdemîr birî.
Parêzerê Ozdemîr Osman Zûhat Bîlan got, darizandin ji destpêkê ve bi 'hiqûqa dijminatî' hatiye kirin û diyar kir, ''dadgeh ne serbixwe ye.''
Bi cezayê Odemîr re di Doza Nisêbînê de kesên ku heta niha ceza li wan hatiye birîn bûne 46 kes.