Di dorpêça Tebqayê de rewşa dawî: Cenazeyên çeteyan li erdê man

Di şerê dijwar ên li derdora Tebqayê qewimîn de gelek çete hatin kuştin. 15 cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê bi hemû dijwariya xwe berdewan e. Çeteyên DAIŞ`ê bi armanca şikandina dorpêça li ser bajar bê navber êrîşî şervanên QSD’ê dike. Di van kêliyan de li sê aliye bajar şerên dijwar rû didin.

Gundê Îbad ku berî du rojan ji destê DAIŞ`ê hatibû rizgarkirin, çeteyan îro ber bi nîvro dest bi êrîşeke nû li ser gund kirin. Di encama şera bi seetan berdewam kirin de şervanên QSD’ê di van kêliyan de êrîşa çeteyan şikandin. Di şerên dijwar de şervanan derbên giran li çeteyên ku bi çekên giran êrîş kiribûn xistin. Di encam de yek jê serçete termê 8 çeteyan tevî çekên wan kete dest şervanên QSD’ê.

Li gundê Icêl ku li başurê balafirgeha leşkeri ya Tebqayê dike jî çeteyan di seetên nîvro de bi çekên giran dest bi êrîşek nû kirin. Şervanên QSD’ê di cih de bersiv da êrîşa çeteyan û li herêmê şer destpê kir. Di van kêliyan de şer bi hemû dijwariya xwe berdewam e.

Pêşketina şervanan li milê rojavayê bajar jî berdwam e. Çeteyên DAIŞ`ê bi armanca astengkirina pêşveçûna şervanan, di van seetan de bi çekên giran êrîşî çeperên şervanên QSD’ê kirin. Derbarê şerê ku hê berdewam e, agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Lê di saet 13.20’de şervanan wesayîtakî çeteyan a bombebarkirî beriya ku bigihêje hedefa xwe îmha kirin. Li vê eniyê jî şer berdewam e.

Li gundê Aydi El-Kebîr ku duh piştî nîvro ji dagirkeriya çeteyan hatibû rizgarkirin de di encama xebatên lêgerînê de şervanan cenazeyê 7 çeteyên din ên ku di şer de hatibûn kuştin dîtin.

Li gund û derdorê xebatên paqijkirina mayinên çeteyan berdewam dike.