Di cejnê de çûne ser gorên zaroken xwe
Malbatên ciwanên ku li Sûrê mohra xwe li berxwedaneke bêhempa danîne vê cejnê jî li goristanê zarokên xwe pêşwazî dikin.
Malbatên ciwanên ku li Sûrê mohra xwe li berxwedaneke bêhempa danîne vê cejnê jî li goristanê zarokên xwe pêşwazî dikin.
Dîsa cejnek.. dîsa bêrîkirinên dilşewat ên wan malbatên ku li Sûrê zarokên xwe ji dest dane. ‘’Bes e êdî, zarokên me çûn bila agir nekeve malên hine dî.’’ Ev gotin qêrîna wan malbatan e ku li Sûrê zarokên xwe ji dest dan. Dema ku mirov li gorê wan ciwanan ku hê di bihara jiyana xwe de bûn dinere gotinên , ‘’ma niha ji wan re mirî têne gotin’’ bi bîra mirov tê. Berevajî hevtemenên xwe di ber baweriyên xwe de bê du dilî canê xwe dan, bi dilê xwe ê mezin ku hêjayî minet û hurmeteke mezin in. Li ser kêlên wan wêneyên wan ên devliken û dîroka wan a bûyinê li ber çavê mirov dikeve. Her wiha kulîlkên binefş, beybûn, orkîde yên ku malbatên wan gorên wan kirine weke baxçeyan. Her malbat kulîlkên ku zarokên wan jê hez dikin diçênin û bawer dikin ku zarokên wan di kulîlkan de bi rih dibin.
Tevahiya salê her Pêrşem diçin seriyekî didine şehîdgeha li Goristana Yenîkoyê, ew der ji xwe re kirine parçeyek ji mala xwe. Malbat bi hevkarî kulîlkan av didin, çawa ku têne goristanê goran paqij dikin. Piştre bi hezkirinê hembêz dikin gorên zarokên xwe. Malbat çîrokên zarokên xwe dibêjin, ên ku têne serdanê jî bi bêdengî li çîrokên wan guhdarî dikin. Zarokên biçûk ên ku bira û xwîşkên xwe yên mezin ji dest dane di nav goristanan de dilîzin, dayik jî ev cejna sêyan e ku gorên zarokên xwe hembêz dikin.
Li beşê şehîdên Sûrê, ku li rex hev in gora Azad Kaya heye ku bi kulîlkan hatiye xemilandin. Dayika ku bi hêdîka bi Azad re diaxive û hêstiran dibarîne bala mirov dikişîne. Ji ber ku ji germahiya Amedê bibandor nabe ji lavlavk li ser gora kurê xwe çandiye û kiriye holik, her wiha ji hêlekê ve gora kurê xwe paqij dike û ji hêlekê ve jî nan û sêvê ku ji gund aniye dide dest zarokan. Zêmara dayikê agirê bi kezeba mirov dixîne. Piştî demekê dema ku em jê re dibêjin, ‘’tu dikarî behsa Azad bikî?’’ dibêje, ‘’Ez çi bibêjim? Wê bi kêrî çi were? Min ji bîr kir ku biaxivim, êşa min besî min e’’. Û axaftina xwe ya bi Azad re didomîne…
Nahîde Dûman, dayika Sînan Duman e (Felat Amed) ku di 21 saliya xwe de li Amedê şehîd bûye. Dayik bi zar û nêviyên xwe re li ser gorê rûniştiye û bi hêviya ku êdî aştî were dest bi axaftina xwe dike: ‘’Kezeba me peritî bila yên dayikên dî neperite. Êşa zaroyan giran e bila neyê serê kesekî dî. Hê jî mirov dimirin. Zarok di bin panzêran de dimînin. Li dinyayê û di şerîetê de tiştekî wiha nîn e. Misilman vî tiştî nakin. AKP dibêje em misilman in. Ê ku mirovan dikuje nikare misilman be. Guneh e, tu çima Kurdan dikujî. Em dayik aştiyê dixwazin.’’
Cejn hatiye, lê ji me re çi. Em tehmekê ne ji havînê, ne ji cejnê ne dawetê distînin. Min zarokê xwe ji dest daye, ma ji bo dayikekê ji vê xirabtir heye. Tiştek şûna zarokê min nagire. Her roj tême ser goristanê. Ji axa sar deng nayê. Zarokê min ji bin axê ranabe û bi min re napeyive. Ez çawa bibêjim? Em tên, bi saetan rûdidim li ber serê zarokê xwe. Lê dîsa jî dema ku destê xwe didime axa ser zarokê xwe ev behna min fireh dike. Ez gora kurê xwe av didim. Ji bo ku ziwa nebe û bedena wî zû nerize. Ên ku ev tişt bi serê me anîne bila jê xirabtir were serê wan.’’
Dayika Ramazan Ogut Elîf Ogut wêneyê zarokên xwe maç dike. Bang li kurê xwe dike bi dengekî lerzok: ‘’Rabe cejn hat kurê min. Hevalên te cil û bergên xwe li xw dikin. Em jî biçin ji te re bikirin. Ev bû 3 cejn ku min tu neditiye. Her roj tême goristanê. Dema ku ez neyêm weke ku min tiştekî xwe winda kiriye. Sebra min li malê nayê, ev der parçeyek ji mala min e.’’
Dibêje dema ku ew li gel wan malbatan e ku weke wan zarokên xwe ji dest dane êşa wê sivik dibe û dibêje: ‘’Cilên kurê min Ramazan hê jî di dolaba min de ne. Her dema ku nûçeyên mirinê dibihîsim bi bîra min tê kurê min miriye. Bes e êdî, bila kesek nemire. Bila zarok nemirin, bila dayik negirîn. Êdî em nema dikarin ragirin. Ez naxwazim bi dayikên weke me re li goristanan hev nas bikin. Her dema ku têm, dema ku dayikên ku zarokên wan nû mirine dibînim êşa me zêdetir dibe. Ji bo vê cejnê bila aştî were.’’
Piştî ku zarokê xwe ji dest daya behs dike bê ka cejn çawa çûne: ‘’ Ez ji zarokên xwe re cilan nakirim. Ti maneya cejnan ji bo me nemaye. Bila dewlet jî dengê me bibihîse, bi kuştinan bila vî şerî nedomîne. Zarokên her kesî hene. Bila li zarokên xwe bifikriin, kî ji zarokê xwe re dibêje, ‘terorîst’’. Bila êdî dawî li vê êşê bînin. Heke Kurd yek bûne Sûr jî hilnediweşiya û zarokên me jî nedimirin. Ez dayika kezebeşewitî di vê roja cejne de ez heqê xwe yê li yên ku kurê min kuştine helal nakim. Ez dibêjim bila heman êşê ew jî bijîn.’’
Dayika Eşref Polan Hulsum Polat laleyeyên ku li ser gora zarokê xwe çandî av dide. Bawer dike ku ew can didin zarokê wê. Dibêje ji ber ku ev 3 cejn in, nikare zarokê xwe bibîne, nikare hembêz bike kezeba wê dişewite û dibêje heta ku ew sax be ew ê tim biêşee û êşa zarokê xwe bikişîne:’’ Kurê min pariyê devê xwe dida hevalê xwe. Kurê min ê dilnerm ji bo ku şert biguherin têkoşiya. Lê zarok dimirin. Bes e, êdî bes e. Di cejnê de jî ji xwînê têr nabin. Heta ku ez bimirim, ez ê cejnan li cem zarokê xwe bim. Dema ku ez mirim jî bila min li cem veşêrin. Kurê min çûye, kezeba min dişewite, mal ne xema min e. Bavê kurê min nexweş e, nikare were goristanê. Bi tena serê xwe têm û derdê xwe ji kurê xwe re dibêjim.’’
Diya Cîhat Morgul Kardriye Morgul bi keça xwe ya 7 salî hatiye ser gora kurê xwe yê ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dayî. Dibêje, ‘ma cejn ji me re hiştin?’’’ Dibêje li gel ku ev 2 sal derbas bûne ku berxikê wê jiyana xwe ji dest daye jî birîna wê hê germ e. Piştre dibêje, ‘’keça min tim pirsa birayê xwe dike. Bila di cejnê de zêdetir êşê nedin Kurdan.’’
Lagiye Yilmaz ku li Stenbolê dimîne û her cejn tê ser gora keça xwe Jiyan Yilmaz jî wiha dibêje ser gora keça xwe: ‘’Her kes li mala xwe bi hezjêkiriyên xwe re cejnê dike. Em li ber serê zarokên xwe li goristanan cejna xwe dikin. Bila heqê zarokên me li erdê nemîne. Bila agirekî li vê avê bikin. Berpirsê hemû kuştinan Erdogan e. Kurd êdî bila bibin yek û li şehîdên xwe xwedî derbikevin.’’