Di çalakiyên YJA Starê de 4 dagirker hatin cezakirin

Li herêmên Avaşîn û Heftanînê, di çalakiyên gerîlayên YJA Starê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

24'ê Tîrmehê saet di 05:45'an li qada Xantûrê bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Ev çalakiya hêzên me yên YJA Starê ji bo bîranîna salvegera şehadeta hevrêya me fermandar Zelal Sîdem hate kirin ku li Heftanînê bi lehengî şer kir û tevlî karwanê nemiran bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

24'ê Tîrmehê saet di 08:50'î de li dijî dagirkerên ku ji Girê Silêman diçûn Sirtê Navçela hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di encama vê çalakiya serketî de 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku bi qedemeyekê vekişiyan, cara duyemîn bi rêbaza sabotajê li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran malzemeyên leşkerî li naverastê hiştin û reviyan. Artêşa Tirk a dagirker kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.

Di vê çalakiya serketî de ku hêzên me yên YJA Starê dagirker xistin bin kontrola xwe û bi rengekî serketî lê dan, 3 dagirker hatin cezakirin.

24'ê Tîrmehê li qada Girê Sor li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên şer ve biçin, hêzên me ji nêz ve lê dan. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin. Hêzên me heman rojê Droneyek li herêmê xistin.

25'ê Tîrmehê saet di 08:40 û 10:30'î de hêzên me dest li dagirkeran werdan ên ku hewl didan bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin. Di encama destwerdana xurt de dagirker neçar man ku xwe vekişînin. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî hêzên me nekarîn bisekinin û neçar man ku xwe vekişînin, bi neçarî vekişiyan û di dema vekişînê de jî agir berdan qada daristanî ya li Girê Silêman.

Êvara 24'ê Tîrmehê, artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan bombe li qada Xantûrê ya herêma Avaşînê berand. Ji ber vê bombardûmanê agir bi qadê ket, xisar li bax û baxçeyên gelê me yê sivîl bû.

24'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00:00 de gundê Orê yê nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

24'ê Tîrmehê saet di navbera 22:00-00:40'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Girê Silêman, Girê Spî, Tabûra Ereban, Banista û Mervanosê geriyan.

24'ê Tîrmehê saet di 02:30'î de artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi teqemeniyan êrişî tunelên şer ên li qada Werxelê kirin.

24'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-23:30'î de li herêma Zapê dagirkeran bi helîkopterên êrişê bombe li qada Girê Şehîd Sîmko barandin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye."