Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di malpera xwe de li ser çalakiyên dawîn ên gerîlayan daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku li Colemêrgê Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş, li Bedlîsê jî Pêngava Şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jîna Ozgur didome.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:
LI ŞEMZÎNAN, GEVER Û ÇELÊ ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN
Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Şemzînan, Gever û Çelê yên bi ser Colemêrgê li dijî artêşa dagirker a Tirk çalakî li dar xistine.
Di 8’ê Tîrmehê de saet di 12.00’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şikêrê Spî ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
Di 9’ê Tîrmehê de saet di 01.00’an de hêzên me li nêzî Taxa Êlde ya Şemzînanê du wesayîtên leşkerî yên ejder ên tîmên taybet kirine hedef. Ji 2 wesayîtan yek jê îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 11 tîmên taybet hatine kuştin. Yên di wesayîta din de jî gule li malên derdorê reşandine û ji qadê reviyane.
Di 8’ê Tîrmehê de bi şev yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker li qada Xapûşkê ya Şemzînanê operasyon dane destpêkirin. Hêzên me yên YJA Starê di navbera Xapûşkê û Govendê ev yekîne xistine bin kontrola xwe û di heman rojê de di saetên nîvro de li dijî wan çalakiyek li dar xistine. Di vê yekîneyê de kontra û leşkerên taybet hebûn. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 9 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.
Di 8’ê Tîrmehê de di saetên nîvro de hêzên me li dijî nuqteya polîsan a kontrolê ya li pêşiya Balefirgeha Geverê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara polîsên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.
Di 7’ê Tîrmehê de hêzên me li hemberî kozikên dijmin ên li Girê Şehîd Mazlûm a Çelê çalakiyek li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di heman rojê de hêzên me cara duduyan li kozikên dijmin dane. Di vê carê de jî bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerekî dijmin hatiye kuştin.
Di 8’ê Tîrmehê de leşkerên li Girê Şehîd Mazlûm bûne hedefa hêzên me. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vê çalakiyê de jî 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û agir bi kozikên dijmin ketiye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê dane.
LI GEVERÊ LI HEMBERÎ LEŞKERÊN DI OPERASYONÊ DE ŞER RÛDA
Di 7’ê Tîrmehê de artêşa dagirker a Tirk li derdora qereqola Xirvatê ya Geverê çalakiyek li dar xistiye. Gerîlayên me rastî leşkerên dijmin hatine û li vê derê şer dest pê kiriye. Bi qasî saetekê şer domiyaye û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê derê nehatine tespîtkirin. Hevreyekî me yê ku bi qehremanî şer kiriye, gihiştiye şehadetê.
ÇALAKIYA LI DIJÎ YEKÎNEYA VEŞARTÎ
Di 8’ê Tîrmehê de hêzên me li nêzî Pira Erziknê ya di navbera Colemêrg û Wanê yekîneyeke veşartî xistine bin kontrola xwe û di saet 20.00’an de li hemberî wan çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê helîkopteran qad bomberdûman kirine û hêzên dagirker li qada Geliyê Goranisê operasyonek dane destpêkirin. Ev operasyon di 9’ê Tîrmehê de ji neçarî bi paş ve hatiye kişandin.
LI MÛŞÊ ŞER
Di 2’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer û helîkopterên kobra li Başûrê Mûşê operasyonek daye destpêkirin. Di 3’ê Tîrmehê de di navbera hêzên me û leşkeran şer çêbûye. Hevrêya me Axîn di vê operasyonê de gihiştiye şehadetê. Di 4’ê Tîrmehê de operasyon ji qadê hatiye kişandin.
Nasnav: Axîn Avesta
Nav û Paşnav: Fatma Atagoren
Cihê Jidayîkbûnê:-
Navê dê û bav: Halîse-Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 3’ê Tîrmehê 2017/Mûş
LI BEDLÎSÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ YA LI HEMBERÎ KONVOYA WESAYÎTÊN ZIRXÎ
Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de hêzên me li dijî konvoya wesayîtên zirxî yên ku di 8’ê Tîrmehê de di saet 23.10’an de ji Tetwanê ya Bedlîsê ber bi Hîzanê diçûn, çalakiya sabotajê li dar xistine. Di çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê gelek ambûlans û wesayîtên zirxî hatine qadê û mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.
LI PULUMURÊ ŞERÊ LI DIJÎ LEŞKERÊN TIRK
Di 2’ê Tîrmehê de li qada Şehîd Hasan a Pulumurê ya Dersimê gerîlayên me rastî leşkerên dijmin hatine û li vê derê şer çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Di vî şerî de hevalekî me gihiştiye şehadetê.
LI NÊZÎ QEREQOLA AVCILARAN LI DIJÎ WESAYÎTA AKREBÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Di 9’ê Tîrmehê de di saet 14.30’an de hêzên me di navbera Erzirom û Erzîncanê de li dijî wesayîya bi zirx a Akreb çalakiya sabotajê li dar xistiye. Di çalakiyê de wesayît îmha bûye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.
LI HATAYÊ 3 POLÎS HATIN KUŞTIN
Di 9’ê Tîrmehê de hêzên me li dijî polîsên têketina Hatayê de çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 3 polîs hatine kuştin.
LI KANÎREŞÊ 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN
Di 1’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer û helîkopterên kobra li qada Kizilagaç a Kanîreşê ya Çewligê operasyonek dane destpêkirin. Di 2’ê Tîrmehê de di saet 01.00’an de bi helîkopteran leşker anîne qadê û piştî demeke kurt hêzên me li leşkerên dijmin dane. Şer heta 3’ê Tîrmehê heta saet 11.00’an domiyaye. Artêşa Tirk a dagirker nikaribûya bi hêzên me û bi balefirên şer û kobrayan qad bomberdûman kiriye.
Di şer û bomberdûmanê de 4 hevrêyên me yên ku fedaî bi qehremanî li ber xwe dane û gihiştine şehadetê.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:
Nasnav: Azad Evîndar
Nav û Paşnav: Bilal Aras
Cihê Jidayikbûnê:Çewlig
Navê Dayik - Bav: Gullu-Cengîz
Cih û Dîroka Şehadetê: 3 Tîrmeh 2017 / Çewlig
***
Nasnav: Bawer Serhat
Nav û Paşnav: Asim Ugun
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayik - Bav: Yadîgar - Halît
Cih û Dîroka Şehadetê: 3 Tîrmeh 2017 / Çewlig
***
Nasnav: Dîren Bîtlîs
Nav û Paşnav: Adem Denîz
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik - Bav: Filîz - Elfesiyer
Cih û Dîroka Şehadetê: 3 Tîrmeh 2017 / Çewlig
***
Nasnav: Sorxwîn Şiyar
Nav û Paşnav: Îstek Çetîn
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik - Bav: Şeker - Kahraman
Cih û Dîroka Şehadetê: 3 Tîrmeh 2017 / Çewlig