Di çalakiyên gerîlayan de 20 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiya gerîla ya navçeya Qilaban a Şirenxê de 14 û di şerê piştre rûdayî de jî 6 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand di çalakiya li navçeya Qilaban a Şirnexê de 14 leşker hatine kuştin. Di çalakiya sabotajê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê de jî çawîşeke pispor giran birîndar bûye.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“Hêzên me 1’ê Tebaxê saet 22:15’ê, li dijî leşkerên TC’ê ya dagirker ku li girekê ewlekariya Qereqola li Girê Şehîd Kendal a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê digirtin çalakiyek kirin. Hêzên me yên bi şêweyê serdegirtinê çûn ser kozik û çeperan, ji nêz ve li leşkeran dan. Hêzên me yên ketin çeperên leşkeran 14 leşker li gir kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker qada çalakiyê bi obûs û hewanan dîsa li gel balafirên şer bombe kirin. Piştî bomberdûmanê artêşa TC’ê sibeha roja 2’yê Tebaxê li derdora girê Şehîd Welat dest bi operasyonekê kiriye. Di dema operasyonê de di navbera hêzên em û yên dijmin de şerekî dijwar rû da. Di vî şerî de 6 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. Di vê operasyonê de 4 hevrêyên me bi lehengî heta guleya xwe ya dawî şerkirin û ji bo bi saxî nekevin destên dijmin bombeyên li ser xwe teqandin û şehîd bûne. Wê piştre nasnameya hevrêyên me yên  şehîd bûne bi raya giştî re bên parvekirin.

LI DIJÎ WESAYÎTA ZIRXÎ ÇALAKÎ: ÇAWÎŞEK PISPOR Û KONTRAYEK GIRAN BIRÎNDAR BÛYE

29’ê Tîrmehê di saetên nîvroyê de hêzên me li dijî wesayîteke artêşa TC’ê ya alavên leşkerî ji bo Girê Stûna a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê dişand çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de çawîşeke pispor û kontrayek ên di wesayîta derb xwar de bi giranî birîndar bû.

HERÊMA XANTÛRÊ HATE BOMBEKIRIN

2’yê Tebaxê saet 23:00 balafirên şer ên Tirk devera Xantûr a herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên gerîlayên me nehatine.”