Di binê çavan de îşkence li Hevşaredarê Wêranşarê kirin

Polîsên Tirk, bi gotina 'em ê bi te re baxivin' Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn ê binçavkirî ji salona sporê derxistin derve û îşkence lê kirin.

Zêdeyî 200 kesên di 12 û 13'ê Kanûnê de li Rihayê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, li Şaxê TEM'ê û salona sporê ya Şaredariya Halîliye ya AKP'yî tên girtin. Di nava binçavkiriyan de Hevserokên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Rihayê, endamên Meclîsa Partiyê, Hevşaredarên Wêranşar û Hewengê yên DBP'yî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, parêzer û rêveberên partiyê jî hene. Li gorî agahiyên, bi rengekî rêk û pêk îşkence li binçavkiriyan tê kirin.

Yek ji kesên li vê salona sporê di binê çavan de tê girtin, Hevşaredarê Wêranşarê yê DBP'yî Emrûllah Cîn e. Derket holê, polîsên Tirk ji Hevşaredar Emrûllah Cîn re gotine 'Em ê bi te re baxivin', ew derxistine derve û li derve îşkence lê kirine. Mirovên li vê derê îşkence li wan tê kirin, ranakin nexweşxaneyê.

Alîkarê Hevşaredarê Xelfetiyê Haci Bazo Yilmaz jî, ku nexweşiyên dil, tansiyon û astimê pê re heye, di binê çavan de du caran krîz derbas kir û ji ser hişê xwe çû. Tevî vê yekê jî Yilmaz hê li binê çavan tê girtin.

Parlamenterên HDP'yî yên Rihayê Osman Baydemîr û Îbrahîm Ayhan li ser rewşê duh li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xistibûn û xwestibûn ev rewşa neheqûqî bi dawî bibe.