Di bin guregura firokeyan de dengê daholê û kenê gerîla

Dengê daholê û dengê tilîliyên gerîla, dengê lingê wan, balafirên şer bêdeng dikir, dengê wan di ezman de difetisandin, ew jî şerek gelekî mezin bû û di pîrozbahiyên cejna sersala PKK’ê de. 

Ev du sal in, wezîrê karê hundir ê Tirk Suleyman Soylû radibe û rûdinê dibêje; Ha me PKK îsal xilas kir û em ê xilas bikim ku êdî kes navê PKK’ê nebihîze! Wer xuya ye ev kes pir zêde haj ji rayedarên beriya xwe nîne ku her digotin em ê di dema xwe de PKK’ê xilas bikin. Ji ber ne PKK, lê ew bixwe xilas bûn. Gelekan wisa gotin û bixwe hatin û pişta stuyê xwe xwurandin û çûn…

Di pîrozbahiyên ji bo 27'ê Mijdarê de ku PKK dikeve sala xwe ya 40’mîn, bi dîtina coş û heybeta gerîla ev gotinên kesên weke vî wezîrî hat bîra min û ya rast têra xwe keniyam. Wê ev gerîla çawa xilas bibin, bi gotinên wan be diviyabû PKK niha 40. sala xwe pîroz nekira. Îja werin binêrin ka PKK di 40 sala damezrandina xwe de li ku ye, çi pêşketin afirandiye û çi guhertin di Kurdistan û cîhanê de bi xwe re aniye û yên wek wî rûreşî jî her rûreş in di rûpelên dîrokê de. Ez ê ji we re behsa pîrozkirina 40. salvegera PKK'ê li çiyayên azad bikim. Bê ku li ser zêde bikim, dibe gelekî kêm jî bêjim. Her kesê ji vê rastiyê re şahidiyê bike, misoger wê hezar carî bi gotinên rayedarên Tirk bikenin. 

Bi rojan balafirên keşfê û yên şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. Dîn û har e dijmin bi rastî. Gelek caran balafirên keşfê tiştekî nabîne, lê hema ji bo dilê xwe xweş bike, ji bo şerê xwe yê psîkolojîk kûrtir bike, dîsa bombeya xwe berdide xwarê. Yanî dijmin ji xwezaya Kurdistanê ji van çiya û zozanên bedew ên welatê me jî nefret dike, bi hêrsek mezin jîngehê wêran dike. Vegerim mijarê. Bi rojan keşif digere û balafir jî tên û lê didin. Gerîla amadekariyên pîrozkirina 40. sala partiyê dikin. Her kes pir bi heyecan e. Ez jî her wisa. Ji ber ez ê jî di vê pîrozbahiyê de bernameyekî bi 40 kesan re ji nifşên cuda ên di nava PKK’ê de çêbikim. Lê her vê difikirim, di bin van balafiran de em ê çawa vî karî bikin. Lê me kir, hûnê bêjin çawa. Ji ber mijarên ewlekariyê ez ê pir nekevim hûrdekariyan. Lê bi carekî me dît em li meydanek mezin in. Hewa pir xweşe û tava payîzê tîrêjên xwe yên dawî li rûçikên me dide, ew jî şaş û matmayî ye wek min û heyarnê van gerîlayan. Bi carekê bi sedan gerîla li wê meydanê. Ka keşif tineye gelo, her kes dibêje na îro nehatiye û henekên xwe dikin! Her kes rûken e, keçan keziyên xwe wer bi nazenînî hûnandine ku mirov dixwaze ji xwe re rûnê û li wan temaşe bike. Her kes kete rêzê û merasimek mezin a leşkerî çêbû. Gelek fermandar derketin pêş gerîlayan û bi silavên leşkerî ew pîroz kirin. Piştî merasima bi heybet Koma Awazên Çiya berhemên xwe pêşkêş kirin. Bi stranên wan coş û heyecana gerîlayan gihişte lûtkeyê. Mirov ji dengê tilîliyên gerîla û çepikên wan dengê tiştek din nedibihîst. Te digot qey cîhan hemû bêdeng bûye îro, gerdûn bi hemû heybeta xwe ji xwe re li temaşayê rûniştiye û xwe di vê dîmenên watedar de dibîne. 

Û kêliya herî ez bi heyecan kirim û ez hezar caran kirim şeydaya van keç û xortan. Piştî Awazên Çiya stranên xwe bidawî kirin, êdî dihola xwe dane destê xwe û lêdan. Kê xwe bigire li ber dengê diholê. Bi sedan kesî govenda azadiyê gerandin û dîsa dengê tilîliyan. Herî balkêş dengê balafirên şer li ser serê me dihat. Ew balafirên ku Erdogan radibe û rûdinê pesnê wan dide, ew balafirên ku yekane amûra mayîna li ser piyan a faşîzmê ye. Gerîlayan qet dîlan bernedan û berdewam kirin. Mirov refleksên wê kêliyê yên wan mirovan gelekî meraq dike. Lê heta mirov bi çavê xwe jî nebîne bawer nake, ji rika neyaran ji rika zilmê, ji bo azadiyê keç û xortan li ber dengê diholê bê minet govend digerandin. Bayê payîzê wer ji kêfa, xwe li kêfxweşiya rûyên wan dida ku mirov pê dihesidî. Mirov nedizanî bikene yan jî bigirî bi wan dîmenan. Çawa dibe ev mirov ewçend wêrek bin, dilê xwe di nav kulma xwe de û şahiya 40. Sala têkoşîn û azadiyê bikin. Dengê diholê û dengê tilîliyên gerîla, dengê lingê wan, balafirên şer bêdeng dikir, dengê wan di ezman de difetisandin, ew jî şerek gelekî mezin bû û di pîrozbahiyên cejna sersala PKK’ê de. Mirov qet nedixwest ji wê dîlanê derbikeve, aramiyek sosret hebû li gel ewqas kelecanê. Tiştek bi navê tirsê li wir nebû û wêrekî û rika têkoşînê dilê mirov germ dikir. Xwezî hûn jî li wir bûna û bibûna şahidê vê kêliya dîrokî. Ne zêde, ez bawerim min gelekî jî kêm got ew kêlî. Ew kêliya azadiyê, di bin gure gura firokeyan de, dengê diholê, dengê kenê gerîla… û bêguman me bernameyan xwe jî bi 40 kesan re ji bo televizyona Stêrk TV kişand.