DGH û DGKH li dijî tecrîdê çalakî kirin

Yekîneyên Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet li Amedê li dijî tecrîdê çalakî kirin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li Amedê çalakî kir.

Koordînasyona DGH  û DGKH ragihand ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan yekîneyên tolhildanê yên Şehîd Zulkuf Gezen û Ayten Beçet li taxên cuda yên Baxlarê yên Amedê çalakî kirine. DGH û DGKH diyar kir bi  bombeyên deng û bi fîşekên hewayî rê girtine û çalakiyên stîckerê kirin.

TÊKILÎ ÇALAKIYÊN AGAHIYÊN BERFIREH

Têkilî çalakiyan wiha hate gotin.

''4'ê Gulanê saset 20.30'an li Baxlarê ya Amedê yekîneyên me bi bombeyên deng û fîşekên hewayî rê girtine. Piştî çalakiyê dijminê dagirker qad dorpêç kiriye, yekîneyên me bê ku ziyanek bigihije ser wan ji qadê vekişiyane.

Di demên cuda de meha Gulanê yekîneyên me li navçeyên cuda yên Amedê ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Apo çalakiya stîckerê kirine.''