DGH û DGK'ê bîlançoya çalakiyan eşkere kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Jinên Şoreşger ên Ciwan (DGK), bîlançoya çalakiyên xwe yên li bajarên Tirkiyeyê pêk anîn, eşkere kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Jinên Şoreşger ên Ciwan (DGK) daxuyaniyeke nivîskî weşandin û li ser çalakiyên xwe yên di meha dawî de li dar xistine, agahî dan.

Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya çalakiyan wiha ye:

STENBOL

"Ji hêla yekîneyên me yên tolhildanê Şehîd Mawa Torî ve, li Çekmekoyê, li otoparka Yedî Emînê 10’ê Mijdarê 8 wesayit hatine şewitandin, 3 wesayit ketine rewşeke ku nema dikarin werin bikaranîn. Her wiha 8’ê Mijdarê, li Kuçuçekmece, li Taxa Tevfîk Bey 2, li Taxa Fatîhê 2 jê otobûs 3, bi giştî 5 wesayit hatine şewitandin. Li qada ku otobûsên Çatalca park dikin 5 wesayit hatine şewitandin. Şewat nêzî 3 saetan dom kiriye.

Ji hêla yekîneyên me yên Şehîd Argeş ve, li Gungorenê di çalakiyên cuda de, di navbera 23’ê Mijdarê û 5’ê Kanûnê de 5 wesayitên faşîstan hatine şewitandin. Her wiha li Taxa Navendê ya Kagithaneyê ya Stenbolê 3 wesayit hatine şewitandin. Yek ji wesayitan a hevkarê AKP’ê ya faşîst e. Her wiha 14’ê Mijdarê 6 wesayitên hevkarên faşîzmê hatine şewitandin.              

Ji hêla yekîneyên me yên tolhildanê yên Şehîd Dorşîn ve, li Taxa Findikli Maltepeyê mekîneyeke kar a mîkser a li ser kar hatiye şewitandin. 29’ê Mijdarê jî, li Maltepe Gulsuyu, wesayiteke faşîstan li naverojê hatiye şewitadnin. 24’ê Mijdarê li Ataşehîrê yek jê wesayita ticarî,  bi giştî 4 wesayit hatine şewitandin.

Her wiha li Bahçelîevlerê, li dijî 3 endamên çeteyên ku bi bazirganiya tiryarekê ciwanên welatparêz jehrî dikin çalakiya hişyariyê çêbûye. Hatiye ragihandin ku çalakiya hişyariyê li dijî hemû çeteyên tiryakê û fihûşê ye.

Li Esenyurtê li dijî kargeta otoşûştinê ya hevkarê çeteyên AKP’ê çalakiyeke bi bombeya deng hatiye kirin. Di çalakiyê de kargeh kete rewşeke ku nema dikare were bikaranîn. Dîsa 21’ê Mijdarê, sibehê li ber dibistanê, wesayita faşîstekî ku dibistan kiriye navenda perwerdehiyê ya faşîzmê hatiye şewitandin, wesayit ji ber şewatê teqiyaye. Di nav çarçoweya pêngava Serî Hilde de li Esenyurt li taxên Fatîh, Baglarçeşme, Mehterçerşme, Kiraç, Tabela û Tokatê nivîsên slavkirina pêngava Serî Hilde hatine nivîsin.

27’ê Mijdarê li Stenbol Esenyurt, Kagithane, Avcilar û Gungorenê 13 wesayit hatine şewitandin.

Li Taxa Gaziyê, 8’ê Mijdarê, otobûseke ÎETT’yê ya şaredariya ku destekê dide DAÎŞ’ê hatiye şewitandin, wesayit ketiye rewşeke wiha ku nema dikare were bikaranîn.

3’yê Kanûnê li Gungorenê li cihên cuda 3 wesayit hatine şewitandin.

8’ê Kanûnê li Umraniyê, K. Çekmece û Bayramtepe 7 wesayit hatine şewitandin.

KOCAELÎ

Li Îzmît Refîk Paşayê,  2 otobûsên faşîstan ji hêla yekîneyên me yên Şehîd Axîn ve hatine şewitandin. Wesayit nema dikarin werin bikaranîn.

MERSÎN

26’ê Mijdarê wesayitên piştgirên rejîma faşîst hatine şewitandin, di şewatê de wesayit teqiyaye û bi temamî îmha bûye. 27’ê Mijdarê li Tarsûs, Akdenîz û Torosê 4 wesayitên alîgirên faşîstan hatine şewitandin. Çalakî ji hêla yekîneyên me yên Şehîd Harûn Bagok ve hate kirin."