DGH'ê li ser çalakiya li Sûrê daxuyanî da
Tevgera Ciwanan a Şoreşger (DGH) diyar kir, li Sûrê di çalakiya wan a 22'ê Cotmehê de 2 polîsên tevgera taybet (POH) birîndar bûne.
Tevgera Ciwanan a Şoreşger (DGH) diyar kir, li Sûrê di çalakiya wan a 22'ê Cotmehê de 2 polîsên tevgera taybet (POH) birîndar bûne.
Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) li ser çalakiya li Sûrê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî hêzên TC ên dagirker ku li Kurdistanê şerê qirkirin û dagirkeriyê dike, yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Baran Amed êvara 22'ê Cotmehê li navçeya Sûrê ya Amedê çalakiyeke çekdarî kir. Di çalakiyê de 2 polîsên tevgera taybet (POH) birîndar bûn. Dijmin piştî çalakiyê demeke dirêj nekarî bikeve nava taxê û neçar ma xwe vekişîne. Ev çalakî ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê me hatiye kirin."