DGH’ê hin çalakî li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hin çalakî li dar xist.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê bi bombeyên deng çalakî li dar xist.

Di daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 13’ê Çileyê de li taxa Şeyh Şamîl  a Baglarê li dijî wesayîteke dijmin çalakiyeke bombeya bi deng hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de wesayît hatiye derbkirin û yekîneyên me bi silametî ji qadê veqetiyane.

Di 9’ê Çileyê de jî li taxên Korhat û Fatîhê yên Baglarê yekîneyên me li ser dîwaran nivîs nivîsandine.

Di 10’ê Çileyê de jî yekîneyên me li lîseyê çalakiyên nivîsê li dar xistine.”