DGH’ê bîlançoya 3 mehan eşkere kir
Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bîlanloya çalakiyên 3 mehan eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin zêdetirî 123 çalakî hatine kirin û 70 wesayît hatine şewitandin.
Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bîlanloya çalakiyên 3 mehan eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin zêdetirî 123 çalakî hatine kirin û 70 wesayît hatine şewitandin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şorşger bîlançoya çalakiyên 3 mehan a di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de eşkere kir. DGH’ê ragihand ku zêdetirî 123 çalakî kirine û got jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta wan a sor e.
‘RÊBER APO SEDEMA JIYANA ME YE’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;
“Em Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger di serî de li dijî êrîşên li ser Rêbertiya me, gel û tevgera me di çarçoveya pêngava Serî Hilde de di meha Cotmeh, Mijdar û Kanûnê li Tirkiyeyê û Kurdistanê zêdetirî 123 çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de wesayît, fabrîqe hatin şewitandin û windahiyên mezin ji bo hevkar û dijminan hate çêkirin.
AKP ya faşîst û çeteyên wê ji bo ku van çalakiyan veşêrin mekanîzmaya zext û zilmê xistiye dewrê. Îsal jî gelek windahiyên wan çêbûn û bi tu awayî di çapemeniyê de nehate nîşandan.
Divê TC û hêzên emperyalîst vêya baş bizanin ku Rêber Apo sedema me ya jiyanê ye û xeta me ya sor e. Heta ku tecrîd û êrîşên li dijî Rêbertiya me û gelê me bi dawî nebe wê çalakiyên me bihêztir bidomin. Di vê sala têkoşînê de wê sala 2019’an bibe sala azadî, sala pûçkirina êrîşên tasfiye û îmhayê, wê bibe sala cesaret û îradeyê.”
BÎLANÇO
Têkildarî çalakiyan bîlanço wiha hate ragihandin.
“Dijminê birîndar (Polîs, nobedar û hwd. ) 13
Çalakiyên şewitandina wesayîtan: 70
Çalakiyên şewitandina fabriqeyan: 20
Çalakiyên şewitandina cihê kar: 17
Çalakiyên bi bombeyên deng: 13
Çalakiyên şewitandina depoyan: 6
Çalakiyên fîşekên hewayî
Wesayîtên dijmin ên ku derb li wan hatine xistin: 2
Hevkarên ku hatine cezakirin: 2
Çalakiyên şewitandina atolyeya tekstîlê: 2
Êrîşa li dijî faşîstan û li dijî 10 konvoya çalakî hate kirin.
Çalakiyên li dijî cihên madeyên hişber û fihûşê: 2
Çalakiyên pankart, nivîsin û belavkirina belavokan: 16”