DFG: Em ê her tim bi israr heqîqetan bînin ziman
DFG’ê qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got, “Em ê her tim bi hêza ku me ji wan girtiye û bi israra xwe, heqîqetan bînin ziman.”
DFG’ê qetilkirina kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got, “Em ê her tim bi hêza ku me ji wan girtiye û bi israra xwe, heqîqetan bînin ziman.”
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û Sirînê de şehîd bûn, daxuyaniyek nivîskî da.
DFG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got, “Kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, duh di derdora saet 15.20’an de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de hatin hedefgirtin. Du rojnamevan di êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû. Em vê êrîşa terorî şermezar dikin. Em ê li her qadê hesabê vê komkujiyê bipirsin. Nazim û Cîhan du rojnamevanên hêja bûn ku heqîqeta şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji gel re radigihandin. Em ê her tim bi hêza ku me ji wan girtiye, bi israr û înat heqîqetan bînim ziman.”