Dewleta Tirk xwest, nexşeya Kurdistanê hat rakirin

Nexşeya Kurdistanê ku li ser Zanîngeha Zaxoyê hatibû daliqandin, piştî 22 rojan bi daxwaza dewleta Tirk hat rakirin.

Di 20’ê Tebaxê de nexşeya Kurdistana mezin li ser dîwarê Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Zaxoyê hatibû daliqandin. Lê belê nexşe duh bi biryara serokatiya Zanîngeha Zaxoyê hat rakirin û tenê nexşeya Başûrê Kurdistanê li ser dîwar hat hiştin.

Wezîrê Hikûmeta Herêmê yê ji bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf ku bi xwe Tirkmen e û bi nêzîkatiya xwe ya li gel dewleta Tirk tê naskirin, serdana Beşê Zimanê Tirkî ya li Zanîngeha Zaxoyê kiribû û ev nexşe dîtibû.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin dewleta Tirk bi rêya Aydın Marûf zextê li rayedarên hikumeta Başûr kiriye ku nexşeya Kurdistanê bê rakirin. Piştî ku vê daxwazê ji serokê zanîngeha Zaxo re ragihandin, nexşe hat rakirin.

Serokatiya zanîngeha Zaxoyê têkildarî mijarê tu daxuyaniyek nedaye. Ev bûyer careke din nîşan dide ku PDK’ê axa Başûrê Kurdistanê ku bi xwîna sed hezaran şehîdan hatiye avdan, ji bo dewleta Tirk binpê dike.