Dewleta Tirk terorê li ser zarokên 5 salî jî dike

Li navçeya Amedê Bismilê 2 zarokên Kurd ên 5 salî ji bo ku kincên Kurdî li wan bûn polîsên Tirk ew destgîr kirin, şopa tiliyên wan standin.

Li navçeya Amedê Bismilê dema pîrozbahiya Newrozê ya 19'ê Adara 2022'an cêwîkên hev A.B û E.B yên 5 salî ku cilên Kurdî li ser wa nebûn, li gel diya wan Zeynep B. hatin destgîrkirin, şopa tiliyên zarokan hatin standin. Li ser vê rûdanê Baroya Amedê bal kişande ser nehiqûqiyê.

Ji Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun bi bîr xist roja Newrozê li Amedê gelek zarok hatine destgîrkirin, diyar kir li Amedê, navçe ne di nav de 74 zarok hatine destgîrkirin, ji van 42 jê berê sibehê hatine berdan 32 jê hiştina roja dî, dozgerî beriya ku îfadeya wan bistîne dane malbatan.

Parêzer Gun diyar kir diviya zarok ji hêla dozgerê bûroya zarokan ve bihatana berdan lê dozgerên Têkoşîna Dijî Terorê (TEM) ew berdane. Gun bi bîr xist lêpirsîna zarokên ku ketine nav sûc ji hêla dozgerê bûroya zarokan ve tê kirin lê lêpirsîna van zarokan TEM'ê kiriye û got ji mêj ve ye ew li ser vê mijarê disekinin. Gun got, ''Ev bêhiqûqiyeke mezin e, ya ku lêpirsîn kiriye ne dozgeriya zarokan e lê dozgeriya TEM'ê ye. Beriya niha me gilihê vê li Wezareta Dadê û Desteya Dadgeh û Dozgeran kiribû. ''

Parêzer Gun diyar kir dema destgîrkirinê zarok di şertên pir xirab de hatine hiştin û got,, ''Zarok di nav şertên wiha de ku mirorv dikare bi çarçoweya tehdeyê bibîne hatine hiştin. 60-70 zarok li nezaretxaneyên qadên berreng, bi rengekî ku wan bavêjin ser hev hatine hiştin, hewcehiyên wan nehatine bicihanîn. Tehde li wan hatine kirin. Hin jê jî bi qasî rojekê destgîrkirî mane. Rûdana li Bismilê mixabin em jî ji çapemeniyê hîn bûn. Dema ku bala me li ser ya navend Amedê bû, navçe li paş man. Çawa ku em ji çapemeniyê hîn bûn me têkilî bi malbatê re danîn û me gilih kir. Me gilihê dozger jî kir. Gilihê polîsan jî kir.''

Parêzer Gun bi bîr xist rêziknameya destgîrkirinê li ser zarokên di bin 12 salî de nikare were bicihanîn û got,''Rêzikname aşkere dike zarokên ku temenê wan di bin 12 salan de ye ji ber sûc nikarin werin girtin. Ev hatiye binpêkirin. Hûn nikarin biryara girtinê li ser zarokê pênc salî bidin. Diviya tespîta nasnameyê bihate kirin û bihata berdan lê zarok hatine destgîrkirin. Ew birine qereqolê, Şopa tiliya wan girtine. Bi ser de ji zarokên Amedê jî dema ku berdane mînaka xwîna wan girtine. Em nizanin çima standine. ''