Dewleta Tirk ‘Sendroma Kurdistanê’ dijî

Li gorî lêkolîneke li Tirkiyeyê sendroma ku hêzên dewletê yên ku li Kurdistanê dijîn careke din rastiya şer a ku desthilatdarî dixwaze ser binixumîne danî holê.

Şerê ku li Kurdistanê yê di navbera şervanên azadiyê û dewleta Tirk de tê jiyîn, di nav dewleta Tirk de bûye sedema travmayê. Bi hezaran leşker û polîsên ku li hemberî hêzên gerîla windahiyên giran didin, travmayên dijîn nikarin ji ser xwe biavêjin. Lêkolîneke ku ji hêla Zanîngeha Pêşveçûnê ya Îstanbûlê (ÎGU) Beşa Ximetên Civakî Û Zanîngeha Hacettepe Beşa Xizmetên Civakî, sendroma ku leşker û polîsên Tirk dijî raxistiye ber çavan.

Li gorî lêkolîna li ser leşker û polîsên li Kurdistanê di şer de cih girtine hatî kirin, ji 5’an 4 ji ber bûne şahidê birîndarbûna kesê li ba xwe, ji 5’an 3 jî bûne şahidê mirina kesên li ba xwe û dîsa ji her 4 leşker, poîlîs an jî cerdevanan 3 kes bi êrîşê re rû bi rû maye. Di lêkolînê de tê gotin ku tenduristiya ruhî ya van leşker û polîsên di şer de cih girtî xira bûye. Ev lêkolîn jî nîşan dide ku dewleta Tirk çi qasî rasiyan berovajî dike, li ser dinixumîne. Hema bêje her roj di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de şer diqewime û artêşa Tirk windahiyên giran dide. Lê belê dewleta Tirk vê rastiyê ji raya giştî vedişêre.

YÊN XWE DIKUJIN, YÊN LI NEXWEŞXANEYAN AQIL TÊN RAZANDIN…

Leşker û polîsên dewletê yên li Kurdistanê di nav şer de mayî beriya niha jî gelek caran sendroma Kurdistanê jiyane. Nexasim di pêvajoya berxwedanên xwerêveberiyan de, hêzên dewletê yên li hemberî şervanên YPS’ê windahiyên giran dayî û nekarî bi mehan bikevin bajaran, bi sendroma Kurdistanê ketibûn. Piştî wê fermandarê artêşa Tirk, wezîrên AKP’ê yê niha yê parastinê Hulusî Akar demildest rabibû û çûbû bajarên xwerêveberî lê hatî ragihandin serdana leşkerên xwe kiribû ku moral bide wan.

Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan jî ji bo moralê leşkerê xwe çêbike, ferman dabû û gotibû ‘Heke pêwîst kir hawyar bişînin ji wan re’. Dîsa wê demê leşkerekî ku ji Nisêbînê name nivîsî wiha gotibû, “Em her roj dibêjin ka îro wê kî ji me bê kuştin û wisa dest bi rojê dikin. Em hemû li ber mirinên ne.” Dîsa gelek caran derketibû çapemeniyê ku leşker û polîsên li herêmên şer mayî, hinekan xwe kuştibû hinek jî rakiribûn nexweşxaneyan aqil.