Dewleta Tirk li Mûsilê bi helîkopteran êrîşî 2 malan kir

Li navçeya Başîka ya Mûsilê helîkopterên dewleta Tirk a dagirker êrîşî 2 malan kirin.

Li navçeya Başîka ya Mûsilê helîkopterên dewleta Tirk a dagirker êrîşî 2 malan kirin. Li gorî nûçeya RojNewsê, du helîkopterên Tirk gule li du malan barandine. Li gorî heman nûçeyê, ziyanên madî di 2 malan de çêbûye û tu ziyanên giyanî çênebûne.

Li cihê êrîşê lêpirsîna yekîneyên ewlehiyê dewam dike.

Sedema êrîşa helîkopterên dewleta Tirk a dagirker li ser 2 malan nehat zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku baregeheke mezin a artêşa Tirk li Başîkayê ye û di nava xwede li gel helîkopteran gelek wesayîtên mezin ên leşkerî jî digire. Di van demên dawiyê de cara yekeme bi helîkopteran di nava Mûsilê de êrîş pêktîne. Ev jî îşaret bi destpêkirineke metirsîdar dike ji bo xelkê herêmê.

Heya niha tevî ku gelek caran Iraq daxwaz kiriye baregeh ji herêmê bê derxistin jî artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê baregehê mezin dike û gelek komên cûda yên çekdar jî li vir perwerde dike.