Dewleta Tirk li Bestayê wê daran bibire

Dewleta Tirk ji bo birîna darên li herêma Besta ya Şirnexê gef li gundiyan xwar.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine stendin dewleta Tirk hewl dide li herêma Besta ya ku di navbera Şirnex û Berwariya Sêrtê de ye, êrişeke berfireh pêk bûne.

Hate ragihandin ji bo birîna darên li herêma Bestayê zext li gundiyan hatiye kirin û heke dar neyên birîn wê cerdevan werin daran bibirin.

Tê diyarkirin ji bo barkirina darên wê werin birîn jî wê bi sedan wesayît werin amadekirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk li Mêrgamorê ya ku li Bestayê cihekî stratejîk e, hewl dide qaleqolekê ava bike.