Dewleta Tirk li Asosê komkujî kir: 2 gerîla û 3 sivîl şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya YRK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk li herêma Asosê ku bi hevkariya nokeran hate kirin, li gundê Serfê du hevalên wan û 3 welatparêzên ku ji bo mêvandariyê li gund bûn şehîd bûne.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ku 26'ê Gulanê li herêma Asosê ya Başûrê Kurdistanê kir daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li hember destketiyên gelê Kurd, dewletên dagirker, her tim di nav êrîş û qirkirinê de ne. Bi taybetî dewleta faşîst û dagirker a Tirk, li hember nirx û destketiyên gelê Kurdistan û Tevgera şoreşger a Kurdistanê li her çar perçeyê Kurdistanê êriş dike. Bi awayekî din hedefê dagirkeriya Tirkiyeyê teslîmgirtin û tunekirina Kurdan hemûyan e, bêyî ku cûda bike. Li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava destdirêjiya xwe didomîne."

'BI ALÎKARIYA XAYINAN ÊRIŞ KIRIN'

YRK'ê diyar kir ku dagirkerî van êrişên xwe bi rêya alîkariya hin xayinan dike û destnîşan kir, "Di vê çarçoveyê de şeva 26'ê Gulanê seat 23:45’an de dema du hevalên me û 3 welatparêzên Kurd ku ji mêvandariya hevalan hatibûn di nav seyareke sivîl de bûn, li herêma Asosê, gundê Sefrê de, bi koordîneyê balafirê keşfê, bi bombardûmana balafirên şer têne şehîdxistin. Ev êrîş careke din îspat kir ku bêalîkariya kesên xaîn, ne mumkin e ku dijmin armancên xwe pêk bîne û bûyerên bi vî rengî biqewime."

'2 GERÎLA Û 3 SIVÎL ŞEHÎD BÛN

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di vê êrişê de 2 gerîlayên YRK'ê bi navê Rêbaz Sine û Zinar Brûsk şehîd bûn.

YRK'ê ragihand ku di heman êrişê de 3 welatparêzên Kurd ên ji bo mêvandariyê li herêmê bûn şehîd bûne.

RÊBAZ SINE

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Heval Rêbaz Sine weke gencekî Rojhilatê Kurdistanê, zulm û zordariya li ser gelê Kurd tê meşandin, qebûl nake û li hember bêdengiya heyî bêbersiv namîne û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe. Şehîd Rêbaz hê di destpêka beşdarbûna xwe de, bi girêdanbûn, bi fikr û felsefeya Rêber Apo û hezkirina welat û gelê xwe di demekî pir kurt de xwe gihande asta milîtanê Apoyî, erk û berpirsiyartiya şoreşgerî girte ser milê xwe. Her wiha di nav hevalan de nimûneyeke ciwantî û hezkirinê bû.

ZINAR BRÛSK

Heval Zinar Brûsk ciwanekî ji bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistan bû, heval Zinar hê di zaroktiya xwe de, tevgera azadiya Kurdistanê nas dike, dagirkerî û bêadaletiya li ser gelê wî tê meşandin dibîne. Ji ber zext û zorên ku li ser gelê Kurd tê meşandin, berê xwe dide Tevgera Apoyî, beşdarî nav rêzên gerîlayên azadiyê dibe. Heval Zinar bi biryar û helwestên xwe di nav hevalan de pêşengayetî kir û heta dawî li ser rêbazê Rêber Apo, têkoşîn meşand.

Em wek Yekîneyên Parastinê Rojhilatê Kurdistan YRK, Şehîd Rêbaz û Şehîd Zinar û her sê şehîdên Kurdistanê, di serî de malbatên hevalan ên welatparêz û hemû gelê me ser saxî dixwazin. Di şexsê wan de hemû şehîdên azadiyê bi rêz û mînet bi bîr tînin. Û soz didin ku tola van şehîdên xwe bi pêkanîna armanc û daxwaziyên wan ku azadî gel û welat e, rakin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Her wiha bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku bi awayekî her xurt li van şehîdên xwe xwedî derkevin. Bi vî awayî têkoşîna li dijî dagirker û xaînan bilind bikin. Erkê neteweyî û niştîmanî  yê xwe pêk bînin."