Dewleta Tirk herêma Pîkeseryan a Amêdiyeyê bombe kir

Dewleta Tirk a dagirker herêma Pîkeseryan a Amêdiyê ya li Başûrê Kurdistanê bombe kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê balefirên şer ên Tirk herêma Pîkeseryan a Amêdiyeyê bombe kir.

Piştî nîvro jî balefir li ser qadê digerin û derbarê êrîşê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk qadên sivîlan bombe dike.

Li gorî Rêxistina Aştîxwaz a Xirîstiyan (CPT) ji 21’ê Gulanê heta 21’ê Hezîrana 2022’an di êrîşên dewleta Tirk de 3 jê zarok 5 kes hatine qetilkirin û 15 kes jî birîndar bûne.