'Dewleta Tirk dixwaze tevahî Kurdistanê dagir bike'

Enes Pîr bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û got, "Êdî bişavtin jî têrê nake, dixwazin Kurdan bi temamî ji holê rakin."

Yek ji endamên PKK’ê Enes Pîr bersiv dan pirsên bernameya Rojeva Welat a Radyo Dengê Welat. Pîr armanca komkujiya herî dawî ya li Qendîl, êrîşên ser sîvîlan, bêdengbûna rayedarên Başurê Kurdistanê nirxand û got; “êdî bişavtin jî têrê nake, dixwazin Kurdan bi temamî ji holê rakin.”

Êrîşek li Korteka Binarê Qendîl pêk hat. Roja komkujiya ku li Kortekê pêk hat ne tenê li Kortekê bû li Bradost li Xakurkê û li gelek cihên din jî êrîş pêk hatin, sivîl hatin şehîd xistin. Armanca van êrîşên dewleta Tirk çi ye?

Dewleta Tirk, dewleteke dagirker e. Gelê Kurd di bin destê dagirkeriyê de ye. Dewleta Tirk ne tenê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Ji ber ku Bakur berê di dest wê de ye û dibin zexta wê de ye. Xwesteka wê ew e li Rojava û Başûr jî wisa bike.

Êrîşî Başûr dike, bi zorê hatiye bi PDK û YNK’ê dixwaze dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Armanca xwe jî bidawîkirina Kurdan e, yanî qirkirina Kurdan e. Di milê fîzîkî çandî û giştî jî dixwaze bixe bin destê xwe.

Di milekî dîtir de jî Îran alîkarî dike, Iraq alîkarî dike, Amarîka û Rûsyayê destûr dane. Dewleta Tirk bi tena serê xwe êrîşan nake, pêwîste ev baş bê zanîn. Di vê demê de konsepteke nû ava dike. Dibêje ji Efrînê heta Bradost bila bikeve bin kontrola min. Mîna dema Osmaniyan. Ji xwe ew heyranê Osmaniyan e. Lê belê ev projeya wan rê li ber tinebûna wan jî vedike. Ne tinebûna Kurdan. Di dema Osmanî de jî wisa bû. Ji ber ku ew feraset a Îtîhad Terakî ye. Wan jî xwest Tirkiye Osmanî perçe bike. Ket tengasiyê ji herkesî re got 'em ê tevde bikin'. Dema ku Îtîhad Terakî ne serdest bû bi herkesî re têkilê wê hebû. Lê çawa bû desthilatdar li himber herkesî derket û di aliyê Siyasî, Aborî, Itîfaqî, Dîplomasî û aliyê teknîkê de û di her alî de ket tengasiyê de û nikarî bû biguherîne. Ji bo wê jî dema ku rabû bi derdora xwe re êrîş kir. Îtîhad Terakî serê wê kişand, tevlî şerê cîhanê yê yekemîn bû. Got 'ez ê di vî şerî de bi xwe xilas bikim'.

Di roja me ya îro de jî Erdogan AKP’ê jî wisa dike. AKP di destê Erdogan de ye, ew dewletê temsîl dike. Ketiye tengasiyek ku di aliyê Aborî, Siyasî û di aliyê dîplomasiyê de ketiye.

Demekê gotin wê pirsgirêkên me nemînin wê bi herkesî re çareser bibe. Lê di îro bi herkesî re bûne xwedî pirsgirêk. Herkes ji wan bi hêrs bû ye û li himber wan derketiye. Yanî em karin bêjin ji her alî de ketine nava heriyê.

Gelo çima bi taybetî sivîl tên armanckirin?

Îro dixwaze temenê xwe li Rojhilata Navîn dirêj bike. Weke dewleteke mezin derkeve holê. Ji bo wê jî herkes dijminê wî ye. Kê serê xwe li ber wan netewand, di serî de Kurdan serê xwe netewand. Kurdan serê xwe rakirine, mafên xwe dixwazin. Ji kîsê bavê Tirkan tiştek bidin tune. Mafê kurdan ji destê wan hatiye girtin, dixwaze mafê xwe bigre. Gelê kurd xwedî îrade bûye, xwedî rêxistinek bûye. Gelekî ku dema dibe leşker dibin sîwana Kurdîtiyê de dibe leşker. Nabe leşkerê kesekî, kurd vê baş dizane. Bi hezaran sal e leşkerê her kesî bûye, lê nebûye leşkerê xwe. Di her gavê de winda kiriye, di her gavê de pir tişt ji dest wê çûye. Ji bo wê jî gelê kurd niha tê armanckirina. Dibêjin em kurdekî wisa qebûl nakin, dixwazin tûnebûna wî bînin. Ew kurdekî kole ku ji wan re serê xwe li ber wan bitewîne, di bin zilm û zorê de dengê xwe neke. Kurdekî wisa dixwazin. Kurdekî mîna PDK'ê serî li ber wan bitewîne, ji wan re nokertiyê bike, ji her tiştê wî re bêje 'erê efendim'. YNK jî heman tişt e. Di vê pirojê de ew hene.

Li ser vê komkujiyê hin daxuyaniyên saziyan hatin dayîn û hinek jî takekesî man. Şanaz Ibrahîm Ehmed yek ji rayedarên YNK ê ye rabû got ev dagirkerî nayê qebûlkirin, divê çalakî werin kirin. Li milekî din jî YNK ê nehiştin ku ev şehîdên komkujiyê bi girseyî werin veşartin. Bi dizî wan êvarê veşartin. Yanî serdema vê çi ye, çima dû alî dilîzin?

Du alî dilîze, ji ber ku hebûneke qirêj in, ta îroj jî hebûna wan li ser qirêjiyê ava bûye, li ser zextê û zorê ava bûye, ewqas ketine nava qirêjê kî derewan dibêjin. Gotina wan ji koka xwe heta dawî derew e, gotinek wan rast tune ye. Derdikevin ser TV, bi navê siyasetmedar in. Ew çawa siyasetmedar in, ew çawa rêveberê kurdan e, çawa rêveber in? Ew çi hikumet e, ku dewletek din were li ser xaka we gundiyan bikuje. Li ser xaka wî dagirkeriyê dimeşîne. Mirov çawa dikare bêje ew rêveberî ye. Pirsgirêk ev e. Ev kî ne, rêveberiya kî ne? Xizmetê ji kurdan re dikini ji gelê başûr re dikin, ji gelê kurd bi giştî re dikin? An jî xizmetê dagirkeran dikin, xizmetê ji Emerîkayê re dikin, xizmetê ji Îran re dikin an jî xizmetî ji TC re dikin? Gelo ji kê re xizmet dikin, pêwîste vê zelal bikin, hûn kî ne hatine vê axê û çima xizmetê ji vî gelî re nakin. Ev gelê ku ewqase xwîn daye, ku demeke dirêje ji salên 50 heta îro her dem xwîn rijandiye, têkoşîn kiriye, li hemberî dagirkeriyê derketiye, li himberî Sedam derketiye, li himber dewleta Iraq derketiye, li himberî Îran derketiye, şer kiriye bedel daye ked daye. Hikumeta Başûr ka çi dikin bi navê rêveberiya vî gelî. Gelo xizmetê ji kê re dikin, çima xizmetî vî gelî nake.

Di milê aborî de, li gundan em bigerin û binerin ketine çi rewşê. Gund tev vala bûne, her gundek nîvco bûye. Xwesteka TC, PDK û YNK ew e ku gundan vala bikin, milet bixin bajaran, bixin bin kontrola xwe. Lê em kurd in Kurdên çiyayî ne. Li xaka me çiya pir in, ji bo wê jî em çiyayîn e. 5 hezar sal in ji me re tê gotin çiyayî. Deştên me hene, bajarên me hene, lê belê çima em çiyayan, gundan vala bikin, çima em çiya berdin. Gelo çima xizmeta gundiyan nayê kirin.

Bazirganiyên hene tev di destê Tirkiyê de ne. Gelo rêveberê heyî yê kê ne. Çima berhemekê dernaxin holê. Gelo çima di aliyê aborî de, di aliyê perwerdê de xizmet tune. Li piranî gundan Dibistan tûune ne, sedema wan jî ew e zarok tûne ne. Gelo hikumetê mamoste rê kiriye heta ku zarok tune ne. Dibistan nehatiye bikaranîn ji bo wê jî zarok tûne ne. Ji bo wê jî ji bo ku malbatek zarokê xwe bide xwendin, rê dike bajêr. Lê li kêleka mala wan mekteb heye, vala ye, kilît kiriye. Evana pirsgirêk in, lê ne tenê di van milan de di milê ewlekarî de jî wisa ye. Li her derê derdora gel digirin, naxwazin gel tiştekî bike. Li Başûr fikir qedexe ye, çapemenî qedexe ye. Vî gelî heta vê demê ji bo van tiştan şer kir, li himber herkesî sekinî, têkoşîn kir, nih jî rêvebera heyî qedexe dike. Lê gelê başûr qebûl nake bertek nîşan bide.

Pêwîst e helwesta gel çawa be?

Rêxistin pêwîst e, bê rêxistin nabe. Lê hişmendiyek derketiye holê, zanebûnek derketiye holê. Jin û ciwan hene. Jin di bin zilm û zorê de ne, li Başûr ewqas jin tên kuştin, lê hisab nayê xwestin. Ji ber ku rêxistina wan tûne hisab nayê xwestin. PDK, YNK tirsek ava kirine ser gel. Berê tirsa Sedam bû, niha jî tirsa PDK,YNK ye, gelo ev çawa çêdibe. Ka azadî li ku derê ye, ger nikaribe fikrê xwe bîne ser ziman nikare neheqiyekê bîne ser ziman nikare helwestekê nîşan bide. Ji ber ku êşkence heye, zindan heye, kuştin heye, ji ber wê nikare tişkî bîne ser ziman. PDK li gundan digere dibêje 'gundan vala bikin'. Gelo wê ew gundî çima mala xwe û axa xwe berde û biçe, wan li ser vê axê canê xwe daye xwîna xwe daye. Li Kurdistanê cih nîne ku xwîn lê ne rijiyaye û tev ji bo jiyanê ye. Gelo niha çima nahêlin li ser axa xwe bijîn. Wê demê pêwîste mirov bipirse, çawa daxwaza Kurdistanê dike, çawa daxwaza kurdan dike, kî ne ev kes ku daxwaza Kurdistanê dikin û di heman demê de kurdan ji ser axa wan koç dikin. Rêveberiyek bi vî rengî nabe. Dizî dikin diyare bercewendiyên xwe dimeşînin raste. Lê belê ewqas jî nabe. TC e anîne vir, rê nîşan didin û bi hezaran leşkerê xwe tîne kêleka wê û dibêje;; bila leşkerên te li vir be û wê leşkerên min ewlekariya leşkerên te bigre. Gelo ev çi gotin e, çawa gotin e?

Çi karê Tirkan li axa Kurdistanê heye. Qaşo başûr azad bû, qaşo ser bi xwe bû. Berê Iraq li vir bû, niha jî Tirkiye hatiye wê demê, cûdahî tûne. Wê demê armanca PDK, YNK'ê ne xizmeta gel e. Armanca wan helandina Kurdan e, pêşkêşkirina kurdan e. Her tiştên kurdistanê difroşin. Axa wê difiroşin, gelê Kurd difiroşin, hemû tiştên li başûr difiroşin, hemû tiştên di destê wan de ne bi erzanî difiroşin. TC e ew ji xwe re kiriye bexçeyê piştê. Li Hewlêrê, Dihok, Silêmaniyê, Zaxo ye. Şerme mirov bibêje lê belê lotikan davêje. Îstixbarata wan, her tiştê wan li wir e. Biryargeha wan, leşkerên wan li wir e.

Wê demê çawa mirov bêje rêveberiya herêmê heye, hikumeta herêmê heye. Ger hebe, çawa destûr dide. Bê goman dema ku desûurek wisa bide, wê demê jê ditirse an jî têkiliyê te heye an jî tu jî mîna wan e. Wê demê cûdahiya te çi ye? Em dixwazin vê derxin holê, cûdahiya PDK, YNK û ya dewleta TC û Iraq ji hev çi ye? Wê demê cûdahiya wan tûne, ji ber ku hêza xwe dikin yek. Li himber îradeya kurdan, li himberî axa kurdan disekinin û axa kurdan difiroşin belav dikin.  Bê goman firotina nefta wan û betlora wan ew cûda ye, bazar ketiye destê TC dewletî, cûda ye. Êdî bi temamî difroşin, axa xwe jî difroşin. Wê demê ji bo çi ewqas e sal in pêşmerge canê xwe dan, ewqas e gel beden dan, ewqas e komkujî çê bûn. Çawa ENFAL ji bîr dikin. Çawa komkujiyan ji bîr dikin. Gel ji bîr nake, başûrî ji bîr nakin. Gelê Başûr cûda ye, xwedî îrade ye. Dibe niha xwe bi paşde kişandiye, dengê xwe nakin, lê belê dizanin bê çi ye. Dizanin di serê wî de çi heye, bi kêre rêvebertî dike xizmetê kê dike, baş dizane ji ber ku hişmendiyek çêbûye, ji ber ku temenê xwe ji bo vê tekoşînê da ye.

Hin saziyên çapemeniyê mîna Rudaw ku qenala PDK'ê ye, di heman demê de qenalên nêzî wan vê komkujiyê weke ku şerê  navbera PKK û TSK'ê nîşan didin û dibêjin ku di encama wê de ev sivîl hatine kuştin. Bi vî rengî weşanê dikin. Gelo çima pêwistiyek bi vî rengî dibînin?

Min despêkê jî got, ‘qirêj in.’ Ji ber ku qirêjiya xwe veşêrin, maskekê deynin. Lîstikek qirêjiyê li ser kurdan li ser PKK ê heye. Ewana jî di wê lîstikê de ne, ji bo xwe maskek datînin. Dibêjin em li himber van tiştan ei TC û PKK e şerê wan e. Wê demê çima li ser axa te ye. Di heman demê de axa PKK ê ye. Çiqas ya PDK'ê ye ya PKK'ê ye, ya gelê Başûr e, ya gelê Bakur e jî ya kurdistanê ye. Kurdistan yek e, gelo em bi xwe perçe bikin. Heta vê demê bav û kalê me li himber perçekirina kurdistanê derketine. Îroj hûn jî dixwazin perçe bikin, ji wisa xirabtir bikin. Nêzîkatiya wan wisa ye, ferasetê wan wisa ye. Piştre jî derewa dikin, dibêjin ne şerê me ye yê TC û PKK’ê ye. TC ji sed saliya xwe ve ji destpêka komarê heta niha qirkirina kurdan kiriye. Komkojiyên ku aniye serê Kurdan pir in. Şêx Seîd li Dêrsimî, Seyîd Nûrî Dêrsimî, Agirî, Dêrsimî her wekî din. Bi dehan komkujî kirine, hîn jî didome. Dixwazin encamekê bistînin, dixwazin encamek ji tûnebûna Kurdan bistînin, dawiya Kurdan bînin. PDK jî  ji bo wê dawiyê alîkariyê dike, rê nîşan didî. Pêşmergên xwe rêdike ji bo alîkariyê bike bi wan re. Bê guman ew ne pêşmerge ne. Pêşmerge ew kesên ku li ser axa xwe canê xwe dane, canê xwe ji bo gelê xwe feda kirine, ew pêşmergen e.

Lê pêşmergeyên niha ji bo pereyan e, pereyan werdigirin. Mala Barzanî çi bêje wisa dikin.

Yanî ji xetê derketine?

Xeta PDK, YNK'ê tûne ye, ji zû ve qediya ye. Ger xeta wan nebe, ya leşkerên wan jî tûne ye, ya milîtanên wan jî tûne ye. Dibêjin bila pereyê me hebe, bila zikê me tije be temame. Ta ku dighîje asayîş ew jî wisa dibêjin ez ê rişwet bikim dizî bikim temam e. Li Başûr li kîjan daîreya fermî bê rişwet nikare gava xwe bavêje. Yê ku diçin wir jî kurd in, lê rişwetê ji wan distînin. Wê demê di çanda PDK'ê  de rişwet heye, dizîtî heye. Ev ne çanda Başûr e. Beriya çend salan li bajarên başûr milet dikanê xwe qifle nedikir, ji ber ku dizîtî tûne bû, lê di roja me ya îro de dizîtî pir bûye li Başûr. Ew jî çanda PDK'ê  ye. Bê guman ger ewqas bi TC e re têkilî bistîne, ewqas bi dagirkeran re têkiliya te xurt be, çanda wan bigrî, dibe çanda te. Gel jî dikeve bin zilm û zextê û bê guman ev tişt nayê qebûlkirin. Erdogan navê wî bi derewkar derketiye yê PDK, YNK e jî wisa derketiye. Pîvana wan yek e. Pîvana PDK, YNK şaş e, ji ber ku ji bo xwe AKP esas girtine, Erdogan esas girtine. Dibêjin, 'em jî wek wan derewan bikin û gel bidin xapandin. Çawa Erdogan 17 sal in hikumet e em jî wisa bikin demek dirêj em ê bibin hikumet'. Ev xapandineke mezin e, mînaka wê windakirina hilbijartina Stenbolê ji milê AKP'ê. Ji bo wê ev nabe pîvan, pêwîste tu pîvanê xwe derxe. Pîvanê te çiye demokrasî ye, azadî ye, mafên mirovan e.

Rêveberiya başûr derdikeve dibêje, kesên ku TC e wan qetil dike gerîla ne. Lê belê dîmen daxivin, komkujiya kortekê ya beriya çend rojan daxive, dîmenên wan li ser TV'iyan derket. Tev gundî ne, sivîl in yên ku tên qetilkirin, erebeyê wan lêdan xwarin hate şewitandin. Gelo çima PDK derewa dike? Ji ber ku bin wan şil e. Têkiliyên wan bi TC e re heye, bi Erdogan re heye. Ji bo wê jî nikarin bêjin TC e ew kuştine. Ger bêje wê, wê demê bibêje pêwîst e TC e ji qadên Başûr derkeve. Lê nikarin wisa bêjin, ji ber ku Erdogan birayê wan ê mezin e. Yek malbat in, yek birayê piçûk e yek birayê mezin e. Birayê mezin çi bêje yê piçûk wsa dike. PDK, YNK wisa ne. Ji bo wê jî wê PDK, YNK mîna Erdogan li wan were çawa he roj li Bakur Erdogan dikeve nava heriyê, wê PDK, YNK jî wisa bibe ji wan. Li başûr bi sedan înşaeat hene tev jî li ser navê çend kesa ye. Gelo tê bibe çi, tu çawa rêvebirî. Tu ewqas dizî dike. Axa heyî tev li ser înşaetê ava dikin. Wê bigihêjê ku, çawa rêveberî. Wê dawiya diziyê were. Erdogan nikare niha li Qesra xwe rûnê. Ji ber ku hemû tiştê ku kiriye bi serê gel di xewnên xwe de dibîne ku tê serê wî. Ji bo wê jî ditirse, hîn zêdetir êrîş dike. PDK, YNK îroj ew jî wisa ne, ewqas zext û zilm kirine îroj ditrsin pir ditrsin. Ewqase dagirkerî nokertî kirine, gotina wan kirine ditirsin îroj. Ji bo wê jî dest avêtine derewan. Wisa naçe ji ber ku wisa nehatiye wisa naçe. Gelê kurd kî derewa dibêje û kî rastî dibêje pêvajo çawa dimeşe çi dixwaze tevî dizane diferqa wê de ye. Weke berê nînin gelê Kurd. Dibe ku PDK,YNK şiyar nebûne lê gelê kurd şiyar bûne."

Hêzên Xweparastinê yên Başûrê Kurdistanê hate ragihandin çend roj berê. Wan di daxuyaniya xwe de anîbûn ser ziman. Ji ber ku valatiyek siyasî û leşkerî hem li Başûrê Kurdistanê hem li Iraqê heye û her roj hemwelatî tên qetilkirin dagirkeriyek li ser Başûrê Kurdistanê heye. Lewma ji bo ve yekê asteng bikin, rêxistinbûnek bi vî rengî ragihandine. Di demeke wisa de pêwistiyek bi vê hêzê hûn çawa dinirxînin û girîngiya wê çi ye?

Ez vê hêzê pîroz dikim. Gavek pir baş avêtine, gavek rûmet e. Gavek li gorî pêvajoyê ye, li gorî gel e, pêvajoya Kurdistanê ye. Ewqasî zilm û zor, ewqas e kuştin, kuştina jinan ewqas pir bûye. Beriya çend rojan keçeke 8 salî ji aliyê PDK hatiye tecawizkirin. Zarokek 8 salî ye. Lê tevî vê yekê jî  ser bûyerê girtine. Ev bûyer derket ber çavan ku îro em dizanin. Lê bûyerên mîna wê bi sedan e hene, lê em nizanin. Ji bo wê jî ev hêza ku ava bûye hêzeke ew helwest, helwestek birêxistiniye, pîroz e di heman demê de. Divê hîn zêde xwe birêxistin bikin ji aliyê hişmendî ve xwe kur bikin, di her cihî de berdekê xwe nîşan bidin. Bûyerek çêbû, pêwîste di eyînî saetê de li cihê bûyerê bin. Derdora wê bigrin, mûdaxele bikin. Xweparastin parastinek pir bi hêz e. Gelê me encex bi vî rengî parastina xwe bike. Pêwîste ciwanên jin û xort li dora vê hêzê kom bibin û wê xurtir bikin û tevlî vê rêxistinê bibin. Herkes gundê, taxa û navçeya xwe biparêze. Bibe endam û di cihê xwe de parastina xwe bike. Her gund pêwîste parastina xwe bike. Ew girûpa ku daxuyanî dan pêwîste li her derê bigerin, gund û bajar bigerin li her cihî xwe birêxistin bikin. Ne tenê girêdana wan ji wan be. Bila rêxistinê wan be bila hişmendiya wan be bila zanebûna wan çêbibe zanibin çi bikin. Ji bo wê jî pêwîste bikin derkevin ortê û parastina xwe bikin. Li himber hemû zilma ku li ser civakê derkevin çi dizîbe heqsizî be kuştin be zextê be hwd... ev tev karê parastina cewherî ye. Karê wan tenê çek şûxlandin nîne. Li cihekî kuştin hebe mudaxele bike bes nîne. Li cihekî dizî jî hebe pêwîste parastina cewherî li wir be. Pêşiya wan vekiriye, kes nikare riya wan bigre. Dûbare dikim gavek li gorî pêvajoyê ye, gaveke pîroz e. Civak jî tiştek wisa dixwaze, parastina xwe dixwaze pêşengtiyê dixwaze. Gel rê nîşandin dixwaze û van ciwanan rê nîşan dan. Hêvî û baweriyên me ji van ciwanan heye ku wê bibin pêşeng û di demeke kurt de tevahiya Başûrê Kurdistanê biparêzin.

Mertalên zindî li Qendîlê dest bi çalakiyê kirin. Bi nêrîna we wê ev çalakî çi bi xwe re bîne?

Bê guman mertalên zindî weke çandek di têkoşîna me de çêbûye. Ciwanên Başûr hatine Qendîl û komek derbasî iradost bûne ji ber ku TC êrîşî wir dike, ketiye wir, dagirkeriyê dike. Zextê li gel dikin, zor li gundiyan dikin ku ji gundan derkevin. PDK dibêje 'gundan vala bikin em ê li ser bisekinin'. Mertalên zindî ji bo wan dibe asteng. Nahêle gund vala bibin. Pêwîste bi gundiyan re baxivin, mal mal bigerin, bi wan re baxivin, îqna bikin, bila malên xwe nehêlin. Ji ber ku zilm û zor li ser gundiyan heye. Ger zilm li wan nebe tu carî gundiyek dev ji mala xwe naberde. Kurd tu carî dev ji gundê xwe naberde, dev ji axa xwe naberde. 15 hezar sale di vê axê de ye, dev ji vê axê naberde. Koka kurdan di vê axê de kur e bernade axa xwe. Canê xwe dide û naberde. Jiyana gundiyan li vir e, pêdiviyên wan ji gundên wan in ji bo wê jî pêwîste gundî li gundên xwe li ser axa xwe bin. Ger ev gel ji bo xwe hêviyek piçûk bibîne dev ji axa xwe naberde. Gelê Başûr wisa ye, bi berxwedana xwe tê nasîn. Her malek bê guman şehîdek xwe heye, ku canê xwe ji bo vê axê dane. Bi dehan komkujî dîtine, ENFAL li ber çavan bû, bi sedan mirov bajarek mezin ji holê rabûye. Lê dîsa jî axa xwe neberdane. Li axa xwe xwedî derketin li xwe xwedî derketine. Pêwîste em baş bizanibin ku kîjan mirov li axa xwe xwedî derkeve li nasname û çanda xwe xwedî derdikeve. Li nasnama xwe xwedî derketin li zimanê xwe û hebûna xwe xwedî derketine. Wekî din bê hebûne wê jiyana wî winda bibe wê tune be. Ji bo wê jî hebûna wan girêdayî rêxistinbûnê ye, girêdayî civakê û axê ye, herkes bi serê xwe nikare tişkî bike.

Dema ku tev bibin yek, rêxistina xwe ava bikin, kes nikare li himber wan bisekine. Ji bo wê jî yekîtiyek xurt li ser vê axê wê derkeve. Li gelek deveran bertek çêdibe. Gundî derdikevin li himber leşkerên Tirkan, destûrê ji bo zilm û zorê nadin. Gel pir bi bertek e, lê rêxistina wê kêm e, pêwîste xurt bikin. Hêzek û cewherek heye, lê pêşengtî dixwaze. Ger rêxistinkirî be TC e nikare gavekî bavêje. Ger ne bi destura PDK, YNK e be TC nikare tu gavî li ser xaka Başûr bavêje. Lê PDK, YNK destûr dide, rê nîşan dide. Di şerê bakur de çawa ku cerdevan hebû, rê nîşanî dagirkeran didan, li vir jî PDK rê nîşan dide. Ji bo wê jî gelê başûr bi xwe bibe hêz wê pêwistiya wan bi PDK, YNK re nîn be. Divê ew hêzan werin rê û terzê xwe yê heyî berdin, bi dagirkeriyê re nokertiya xwe berdin. Pêwîste PDK, YNK werin rê, bi gelê xwe re eleqedar bibin parastina gelê xwe û axa xwe bikin. An jî di milê perwerde de pisgirêk gel hene çareser bikin. Di her milî de pirsgirêkên gel hene ji bo wê jî pêwîste pisgirêk çareser bibin demokrasî bi pêş bikeve. Ger demokrasî bi pêş ket wê pirsgirêkên heyî tev heroj çareser bibe. Ji ber ku demokrasî çareserî ye, li cihekî nebe wê pirsgirêk li ser hev werin. Li cihekî demokrasî hebe çiqas nokerî, zilm, zor hebe jî wê heroj çareserî jî hebe. Di nava demokrasiyê de di her milî de em ê karibin bimeşin. Çiqas demokrsî ewqas jiyana azad. PDK, YNK dibêjin demokrasî li gel me heye, tevî ku em hikumeta herêmî ne. Lê ka demokrasî, ger fikir qedexe ye, weke TC ye, çawa ku ewqas zilm û zor û faşîzim heye îroj li Başûr jî bi heman rengî ye.  Di destê PDK, YNK de faşîzmek heye li ser gelê Başûr. Pêwîste kumê xwe deynin pêşiya xwe û bifikirin, ji ber ku bi vê rewşê derbas nabe. Kes nema qebûl dike, vî gelî pir tişt dîtiye bi salane. Bi dehan PDK, YNK hatin lê navê wan jî çû tûne bû. Lê gel heye, civak heye, wê hebe jî heta ku dunya hebe wê civak jî hebe. Ji bo wê jî ev şêwaz nayê qebûlkirin, lazime vî şêwazî berdin, şêwazek demokratîk azad bi pêş bixin, kêm kêm bi pêş bixin, mîna cila nîne hema li xwe bike. Pêwîste di cihekî de dest pê bike. Di serî de li himber vê dagrkeriyê derkeve. Eger siyasetmedar derkevin bêjin 'TC e nehatiye vê derê' derew gotin nabe. Gotina ku ji devê wan derkeve pêwîste biçin pêk bînin, pir alî nabe. Ji bo peran ji bo dolaran, ewqas jî nabe, şerm e, mirov xwedî rûmet e û şeref e, xwedî hîsiyete pere hertiş nîne, ji bo pere şeref diçe rûmet diçe her tişt diçe. Ewqas nabe ax namûs e civak namûs e. Civak ji dest te biçe tu axa xwe bifiroşe namûsa te, jî tê firotin tam tê wê wanê. Ax firotin namûs firotin e. Namûs jî her tişte jiyan e. Ji bo wê jî nema tê qebûlkirin, derew ta cihekî ye derewê wan jî derketiye holê. Diz jî ta cihekî ye ew jî derketiye holê. Rişwet jî ta cihekî ye ew jî derketiye holê û her tişt wisa ye. Hertişt çiqas qirêjî kirin ta vê demê derketiye holê. Her tişt eşkere be lazime êdî tu pîvanekê bistîne. Xwe li ber çavan derbas bike. Gotinek Cegerxwîne heye dibêje, 'em kî ne'. Divê wê gotinê herkes ji xwe bipirse, di vê herêmê de bi taybet kesên ku ji xwe re dibêjin 'em siyasetmedar in em rêvebir in', dibêjin 'em perlementer in, burokrat in' divê vê pirsê li xwe bike û bi kûrahî binirxîne.