Endamê Partiya Azadî û Demokarsiyê ya êzidiyan (PADÊ) Hemd Bişar bû mêhvanê bernameya sibeha Êzidxanê ya Radyoya Dengê Çira Şengalê û têkildarî êrîşên balafirên bê mirov ên Tirk (SÎHA) û helwestên hikûmeta Iraq, hêzên navneteweyî, Emerîka, NY û Yekîtiya Ewropayê, her wiha aloziyên Iraq û siberoja Iraqê nirxandin kir.
Endamê PADÊ Bişar têkildarî êrîşên balafirên keşfê yên bê mirov û bi çek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê û hêzên parastina Şengalê got: “Ev êrîşên dewleta Tirk ne nû ne, berê jî pêşiyên dewleta Tirk ango Osmaniyan dixwestin qira gelê me bînin. Niha jî Tirkiye dixwaze bi Osmaniya nû êrîşî gelê me bike û tine bike. Rastiya delweta Tirk ew e ku tenê dixwazin ew hebin, ne çandek din û ne jî civakek din.
‘PIŞTÎ KUŞTINA El BEXDADÎ DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊN LI SER ŞENGALÊ ZÊDE KIRIN’
Bişar îşaret bi kuştina Serçeteyê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bexdadî kir û got: “Her kesê bûyera 3’yê Tebaxa 2014’an ku DAÎŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk û Erdogan fermanek bi serê gelê me anî dît. Bi destê El Bexdadî bi hezaran keç û jinên Êzidî li bazaran hatin firotin, destdirêjî li wan hatin kirin û qetil kirin. Niha Erdogan dixwaze bi van êrîşan tola kuştina Ebûbekir El Bexdadî hilîne. Ji dema ku El Bexdadî hatiye kuştin û şûnde êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê Zêde bûye. Hemwext li Rojavayê Kurdistanê jî êrîşên qirker û dagirker hatin kirin û hê jî didomin. Bi van êrîşan sivîlan dikin atmanc û bi hezaran kes ji cih û warên wan dikin der û didin koçberkirin. Ev di nava 15 rojan de ye ku balafirên şer ên Tirk 3 caran êrîşî Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) dike. Di van êrîşan de hinek şervanên YBŞ’ê birîndar bûn. Dewleta Tirk van êrîşan ji bo şikandina hêzên parastina gelê me dike. Ji bo vê ye divê gelê me van êrîşan rast fam bike.
‘HER KESÊ HIŞT Û REVIYA, PKK BI HEWARA ME HAT’
Bişar êrîşên DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an bibîr xist û diyar kir ku dema êrîş pêk hatin kes bi hewara wan ve neçû, her kesî wan berdan û revîn, ew hiştin nava lepên DAÎŞ’ê û got: “Tenê yên bi hewara me ve hatin gerîlayên PKK’ê bûn. Ji bo parastina gelê me xwîna xwe rijandin. Em ji qirkirinê xilaskirin, kir ku gelê Êzidî xwe li ser lingan bigire û hêza xwe ava bike.”
‘HINCETÊ VALA NE, ARMANC PÊŞÎGIRTINA BIRÊXISTINKIRINA ÊZIDIYAN E’
Endamê PADÊ Hemd Bişar êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê ku bi hebûna PKK’ê ve girêdide, diyar kir ku ew tenê hincet e û wiha pêde çû: “Ew hincet in û bê bingehin. Ji ber ku hemû gerîlayên PKK’ê di serê meha Nîsana 2017’an bi fermî û li ber çavê cîhanê ji Şengalê derketin. dewleta Iraq û raya giştî Ji vê yekê agahdar e. Ji ber ku gelê Êzidî xwe bi rêxistin dike, dewleta Tirk xwe li vê ranagire û êrîş dike.”
Bişar bi domdarî got: “Dewleta Tirk dibîne ku civaka Êzidî bûye xwedî hêz û axa xwe diparêze. Ji ber ku gel bûye xwedî vîn û bi fikrê demokratîk xwe bi rê ve dibe lewre ditirse û vê yekê naxwaze, êrîş dike û dixwaze vê hêzê tine bike.
‘IRAQ MÎNA ÊRÎŞA FERMANÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BÊDENG E’
Bişar diyar kir ku gelek malbatên Êzidî ku ev 5 sal in koçber dijîn, di vê dema dawî de dixwazin vegerin ser axa bav û kalên xwe Şengalê. Bişar got: “Gelê me yê Êzidî ji ber hebûna YBŞ û YJŞ’ê dîsa hêzên Asayîşa Êzidxanê baweriya wan çêbûye ku bi aramî bijîn, ji bo wê berê xwe didin Şengalê. Dewleta Tirk dibîne ku vegera Şengalê heye, ji bo gel venegerin û mîna gelê Rojava tim li koçberiyê bijîn wan êrîşan pêktîne.”
Têkildarî bêdengiya hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên navneteweyî ya li hember êrîşên dewleta Tirk Bişar ev got: “Şengal parçeyek ji axa Iraqê ye. Iraq ji êrîşên Tirkiye ya li ser hêzên YBŞ’ê agahdar e. Dewleta Iraqê mîna fermanê li dijî êrîşên li ser me bêdeng in. Dewleta Iraqê ger ku ne hevkarê vê ba wê li dijî vê bibûna xwedî helwest. Dewleta Iraqê me dike qurbanê berjewendiyên xwe.
‘NY BÛYE SAZIYEK SIYASÎ Û GELAN DIKIN QURBANÊ BERJENWENDIYÊN XWE’
Bişar bal kişande ser bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û got: “Neteweyên Yekbûyî sala 2017’an biryar girtibû ku li deşta Neynowa xweseriya gelê Êzidî û Asûriyan bipejirîne. Lê mixabin ev biryar li ser kaxezan ma. Ev jî dide nişandan ku NY jî bûye saziyek siyasî û li gorî berjewendiyên dewletan tevdigere. Xemeke wan a ji bo mafê gelan tineye, berovajî hewl didin ku gelan bikin qurbanê berjewnediyên xwe.” Bişar qala bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got ji roja piştî êrîşên sala 2014’an û vir ve hikûmeta herêma Kurdistanê li dijî êrîşên li ser Şengalê bêdengî hilbijartiye.”
‘HIKÛMETA KURDISTANÊ BÊ HELWEST E’
Endamê Partiya Azadî ya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Hemd Bişar destnîşan kir ku siyaseta herêma Kurdistanê ya li hemberî wan nehatiye guhertin. Bişar diyar kir ku ew jî weke gelek saziyên din e û got: “Hikûmeta Kurdistanê li dijî êrîşên Tirk ên li ser Şengalê bêdeng e. Xwedî li Şengalê dernakeve. Şengal û Êzidiyan dikin qurbanê berjewendiyên navbera xwe û hêzên din ên li herêmê serwer in.”
Herî dawî Bişar bal kişande ser xwepêşandanên li Iraqê û ev got: “Di destpêka çalakiyan de daxwazên xwepêşanderan rewa bû, lê piştre destê hinek aliyên derve xistin nava xwepêşandanan. Ev jî kir ku çalakî ji daxwazên gel zêdetir veguherin armancên wan aliyan.”