Dewleta Tirk di 8 mehan de 41 zarok li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetil kir

Dewleta Tirk a dagiker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 8 mehan de herî kêm 41 zarok qetil kir.

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên li herêmên Efrîn-Şehba, Cizîr û Firatê, yek ji hedefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî zarok in.

Di raporên hatine amadekirin de ji destpêka sala 2023’yan heta 2’yê îlona 2023’yan li tevahiya herêmê 41 zarok hatin qetilkirin û 32 hatine birîndarkirin, 4 hatine tecawîzkirin, 9 hatine girtin, 8 jî hatine revandin. 

Li gorî herêman bîlançoya komkujiya li ser zarokan wiha ye:

Herêma Cizîrê:

Êrîşên li ser sînor: Zarokek birîndar bû

Teqîn: 3 zarok hatin kuştin.

Êrîşên balafirên bêmirov ên bi çek: 2 zarok hatin kuştin.

Topbaran: 7 zarok hatin kuştin, 6 birîndar bûn.

Herêma Minbicê:

Êrîşa ser gund: 4 zarok hatin kuştin

Herêma Firatê:

Êrîşa baliafirên bêmirov ên bi çek: Zarokek birîndar bû.

Herêma Reqa:

Topbaran: 2 zarok hatin kuştin, 2 birîndar bûn.

Herêma Dêrazor:

Teqîn: Zarokek hat kuştin.

Herêma Efrîn-Şehba:

Teqîn: 15 zarok hatin kuştin, 16 birîndar bûn.

Tecawizkirin: 4

Girtin: 9

Destdirêjî û lêdan: Zarokek hat kuştin, 6 birîndar bûn.

Revandin: 8 (yek ji wan pitik e)

Kuştin: 6