Dewleta Tirk careke din bombeya taktîk nukleer bi kar anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker careke din li dijî gerîla bombeya taktîk nukleer bi kar anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî da. Agahiyên berfireh ên derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

“1. Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

- 14’ê Tîrmehê di saet 07.00, 08.00 û 09.00’ê de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, hate xistin.

- 14’ê Tîrmehê di saet 12.30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneke dagirkeran hate îmhakirin.

- 15’ê Tîrmehê ji saet 07.00’an heta 11.00’an bi çekên giran 4 caran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM hate xistin.

2. Li herêma Xakurkê;

- 14’ê Tîrmehê di saet 12.40’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hate xistin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate lidarxistin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên taktîk nukleer pêk anîn;

- 15’ê Tîrmehê di saet 08.00’an de çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê carekê bi bombeyên taktîk nukleer hate bombekirin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

- Artêşa Tirk a dagirker 14 û 15’ê Tîrmehê êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê û yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl kir  û hewl da tunelên me bi kepçeyan hilweşîne.

- 14’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Hekkariyê û Golkayê 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

- 14 û 15’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Gundê Dergelê yê Metînayê, Gundê Şêlazê, Qada Berxwedanê ya Girê Hekkariyê û qadên Girê Şehîd Heqî, Girê Şehîd Kamuran û Ava Lolanê yên li Xakurkê 261 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.