Dewleta Tirk bi rengekî bê navber daristanên Kurdistanê dişewitîne
Li gundê Cale yê Nisêbînê û li Dersimê, bi hinceta operasyonê daristan hatin şewitandin û şewata li van herêman hê dewam dike.
Li gundê Cale yê Nisêbînê û li Dersimê, bi hinceta operasyonê daristan hatin şewitandin û şewata li van herêman hê dewam dike.
Li gundê Cale yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, leşkerên Tirk duh danê sibehê dest bi operasyonê kirin.
Di çarçoveya operasyonê de leşkeran agir berdan daristanê û nahêlin ku gundî biçin agir vemirînin.
Li Dersîmê jî, li qadên navbera Geyîksûyû, Karşilar û Sînê û li derdora herêma Balî ku operasyon lê tê kirin, şewat derket. Şewata li vê herêmê ber bi navenda bajêr re tê. Şewat ev 4 roj in dewam dike û hêzên dewletê nahêlin ku welatî vemirînin.