Dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê qetlîamek kir - HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê bombe li sivîlan barand. Qaymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr ragihand ku 8 tûrîstên Ereb hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne.
Dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê bombe li sivîlan barand. Qaymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr ragihand ku 8 tûrîstên Ereb hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne.
Dewleta Tirk a dagirker turîstên Ereb ên ku li gundê Perex ê girêdayî navçeya Dêrkarê yê Zaxoyê di pîknîkê de bûn, bombebaran kir.
Qaymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr ji ajansa Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku di komkujiyê de 8 tûrîstên Ereb hatin qetilkirin û 17 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.