Dewleta Tirk a dagirker li Ranyayê bombe li sivîlan barand: 3 kes birîndar bûn

Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker li nêzî gundê Boskênî bombe li sivîlan barand.

Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker li herêma Raperînê li nêzî gundê Boskênî yê navçeya Ranyayê bombe li sivîlan barand.

Rêveberê bajarokê gundê Boskênî Serhed Resul derbarê êrişê ji Rojnewsê re axivî û got, "Danê nîvro dewleta Tirk bi rêya balafira bê mirov navenda gund bombebaran kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn."

Cihê hatî bombebaran kir navenda gunde û li nêzî dikan û malên şêniyên herêmê ye. Li gorî agahiyan ji her 3 kesên birîndar bûne du ji wan karker in.

Di encama êrişê de malên gund jî ziyan dîtin, pencere û deriyên malên şêniyên herêmê şikestin.

Rêveberê Tenduristiya Giştî ya Ranyayê Ferman Ehmed jî got, heya niha du birîndar ku karker bûn, rakirine nexweşxaneyê.