Dewleta Tirk a dagirker bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barand -NÛ BÛ-I

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek 2 caran bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê barand. Li gorî agahiyên destpêkê, zarok jî di nav de gelek kes birîndar bûn.

Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker ve 2 caran hate bombekirin.

Êriş bi dema herêmî saet di 11:30'î de pêk hat.

Bi balafirên bêmirov ên biçek 2 caran bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê û bazara li heman herêmê hatin barandin.

Li gorî dîmen û agahiyên ji Şengalê hatin wergirtin, êriş ne tenê li dijî Meclîsa Gel a Sinûnê ye, di heman demê de bombe li gelek dikanan hatine barandin. Piştî bûyerê şêniyên herêmê û hêzên Iraqî ji bo lêgerînê li cihê bûyerê kom bûn.

Hate ragihandin ku gelek kes ji ber êrişê birîndar bûne û di nav de çend zarok jî hene. Birîndar rakirin nexweşxaneyan û li ser rewşa wan agahî nehatin bidestxistin.

Têkildarî mijarê heya niha Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyanî nedaye.