Dewleta Tirk 37 sal in li Başûr komkujiyan dike

Dewleta Tirk ku di bombardûmana sê rojên dawî de 7 sivîl qetil kir, 37 sal in li Başûrê kurdistanê komkujiyan dike. Kendakolê, Zergelê, Kortek çend ji van komkujiyan e.

Êrişên dewleta Tirk di 14'ê Kanûna 2017'an ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, di şeva 15'ê Hezîranê de derbasî qonaxeke nû bû. Desthilatdariya bi rêveberiya AKP-MHP-Ergenekonê di çarçoveya hesabê êrişeke dagirkeriyê ya berfireh de, şensê xwe yê ku 29 car in bi navên cuda, bi gelek leşker û çekên konvansiyonel ceriband, sê salên dawî bi stratejiyeke bênavber didomîne. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, ji danîna tevna bi hevkariya herêmî heta hevkariya aboriyê di çarçoveyeke berfireh de, dewleta Tirk hêdî hêdî, bi bikaranîna xiyanetê hewl dide bi pêş ve biçe. Dewleta Tirk di vê çarçoveyê de êrişa herî berfireh a salên dawî pêk anî. Nêzî 30 balafirên şer bi ÎHA û SÎHA'yan nêzî saetekê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengalê barand. Di vê êrişê de tiştek bi hêzên gerîla û şervanan nehat. Piştî êrişa hewayî, dewleta Tirk leşker li herêma Heftanînê dawî û hewl da ji bejahî ve bi pêş ve biçe. Sê roj in li berxwedana mezin a gerîla rast tê. Li ser vê yekê careke din tiştak ku herî zêde dike kir; bombe li sivîlan barand. Di sê rojên dawî de herî kêm 7 welatî hatin qetilkirin. Dewleta Tirk 37 sal in bi rêk û pêk vê stratejiyê dimeşîne.

Dewleta Tirk yekemcar bi navê 'operasyona şopandina germ' di 25'ê Gulana 1983'an de bi 7 hezar leşkeran bi 5 kîlometreyan kete nava sînor û operasyon kir.  Oprasyona destpêkê ya hewayî di 12'ê Tebaxa 1986'an de hate kirin. Ji wê rojê ve artêşa Tirk bi sedan carî êrişa leşkerî bir ser xaka Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk bi hinceta 'ewlekariyê' her carê hiqûqa navneteweyî binpê kir.

LEŞKERÊN TIRK HATIN BICIHKIRIN

Piştî ku dewleta Iraqê di navbera salên 1988 û 1991'ê de veto kir, navber ji operasyonan re hate dayin. Di bihara 1991'ê de yekîneyên komando ji nû ve derbasî nava xaka Başûr bûn. Êrişên bi navê 'Supurge' yên Tebaxê dest pê kirin û heta Cotmehê dewam kirin, ji PDK û YNK'ê jî piştgirî wergirtin.Piştî operasyonê li Duhok, Zaxo, Hewlêr û Selahaddînê hêz û îstîxbarata Tirk hatin bicihkirin.

ŞERÊ 92'AN Ê BAŞÛR

Êrişa destpêkê ya herî berfireh bi  tevlîbûna hêzên Pêşmergeyan di Şerê Başûr ê 92'an de pêk hat. Bû şerek ku hemû pêkhateyên artêşê tevlî bûn.

LI ZELÊ SIVÎL JÎ HATIN QETILKIRIN

'Operasyona derveyî sînor' a 28'ê Çileya 1994'an a li dijî kampa Zelê, weke êrişa herî mezin û befireh a heta wê demê hate pênasekirin. Di êrişa hewayî de gelek sivîlên ku neçar man ji Bakurê Kurdistanê koç bikin û xwe li Zelê girtibûn jiyana xwe ji dest dan.

JI BO HERÊMA TAMPON

Arteşa Tirk di Adara 1995'an de vê carê bi 35 hezar leşkerî bi navê 'Çelîk' dest bi êrişekê kir; armanc jî hem 'paqijkirin'a PKK'ê hem jî dîzaynkirina Başûr bû. Êrişa meha Tîrmehê 45 rojan dewam kir. Di Tebaxa 1995'an de di civîna bilind a li Dûblînê de Tirkiyeyê ya dixwest bi dest xist. Piştî civîna Dûblînê Mesûd Barzanî artêşa Tirk bi rengekî fermî vexwend Başûr. Bi vî rengî hîmê hevkariya stratejîk a Enqere û Hewlêrê ya li dijî PKK'ê hate danîn.

Artêşa Tirk di Kanûna 1996'an de bi Tûgayekê kete nava xaka Başûr. Di sala 1997'an de 50 hezar leşker tevî êrişa 'Balyoz'ê bû. Di êrişa Cotmehê de hezar leşker li ser sînor hatin bicihkirin. Bi navê Çekîç, Mûrat, Sandvîç ji sala 1998'an heta 2000'î gelek caran artêşa Tirk êriş kir. Di 15'ê Tebaxa 2000'î de qada Kendakolê ya navbera herêmên Lolan û Xakurkê bombe kir.

KOMKUJIYA KENDAKOLÊ

Yek ji komkujiyên herî mezin ku dewleta Tirk pêk anî di 15'ê Tebaxa 2000'î de Komkujiya Kendakolê bû. Piraniya wan jin û zarok herî kêm 30 kes hatin qetilkirin. Hemû jî koçerên Herkî bûn ku derketibûn zozanan. 

Êrişa destpêkê ya balafirên şer ên Tirk ên li dijî koçberê Herkî sala 1992'an pêk hat. Sala 1995'an jî dewam kir. Di sala 1997'an de bi 8 balafiran êrişa hewayî hate kirin û koçerên li qadên Mêrga Hewşê, Lolan, Xixnêre û Şewa Bihikê hatin bombekirin. Sala 1999'an jî hedef bi heman rengî bû.

Artêşa Tirk di 15'ê Tebaxa 2000'î de li newala Kendakolê ya li pêşberî newalên Qaşmukê û Avxwar ên navbera Xinêre-Lolanê êrişeke nû bir ser 100 konên koçeran. Di êrişê de 30 kes kuştin, bi dehan kes jî birîndar kirin. Navê çend ji qurbaniyan wiha ye: M. Ali Uzeyir (35), Fatma Nebî (25), Berîtan M. Ali (4), Bahar Eshed (18), Gelawêj Simaîl (18), Ferzande Şakir (1), Xelat Qadir (18), Beyaz Îbrahîm (70), Besê Îbrahîm (68), Sonya Mihê (35), Fadima Sewdîn (18), Peyman Qadir (17), Rêzan Qadir (12), Fatma Hesen Esen (60), Hediya Mele Hesen (45), Nejat Maîn (10), Xecîca Maîn (11), Baxtîyar Hecac (16), Faxir Bakî Ali (40), Surmê Esmer (30), Şehnaz Faxir (15), Dilnaz Faxir (10), Kusret Faxir (5), Zuhre Sadî Şêxo (70), Semîr Mihê (25), Raîd Qadir (15), Fatma Rahman (30). Her wiha 3 zarokên kêmî yek salî ku nasnameya wan nehate tespîtkirin di heman êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Di nava van 30 kesan de Dîana û birîndarên li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan nîne.

7 SALAN RAWESTIYA

Piştî guhertina stratejiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd 7 salan 'operasyona li derveyî sînor' hate kirin. Lê belê di Tîrmeha 2007'an de piştî ku hikumeta AKP'ê ji nû ve bû desthilatdar, erka 'destûra operasyona derveyî welat' di Cotmehê de xist rojeva Meclîsê û bi vî rengî işareta êrişên berfireh nîşan da. Di 3'ê Mijdara 2007'an de piştî hevdîtina Bûsh-Erdogan a li Washîngtonê, konsepteke berfireh a nû ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kete dewrê.

TEVGERA DESTPÊKÊ YA BALAFIRÊN KEŞFÊ

Keşfa bi balafirên keşfê yên DYE'yê yekemcar di vê demê de dest pê kir. HPG'ê di 1'ê Kanûna 2007'an de ragihand ku êrişên bi hawan û obusan ên destpêkê yên li gorî keşfa van balafirên keşfê pêk hatiye. Êrişa herî mezin a hewayî jî 16'ê Kanûnê pêk hat. Artêşa Tirk di navbera 1'ê Kanûna 2007'an û 1'ê Kanûna 2008'an de ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê du caran êriş ji bejahî ve kir. Ya yekemîn di 17'ê Kanûna 2007'an de li qada Xakurkê bû.

ÊRIŞA ZAPÊ Û TÊKÇÛNA ARTÊŞA TIRK

Êrişa bejahî ya duyemîn a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê di 20'ê Sibata 2008'an de li dijî herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin. Di êrişê de ku 9 rojan dwam kir, artêşa Tirk ne ji hewayê ne jî ji bejahî ve nekarî bi pêş ve biçe. Artêşa Tirk di 29'ê Sibatê de hêzên xwe vekişand. Di 9 rojan de 123 leşker hatin kuştin. Ji bilî vê hejmarê bi dehan leşker jî qefilîn û mirin.

KOMKUJIYA KORTEKÊ

Artêşa Tirk ku piştî vê têkçûnê fêhm kir ji bejahî ve nikare encamê werbigire, giranî da ser êrişên hewayî. Di êrişên 17'ê tebaxa 2011'an de di roja 5'an de komkujî kir. Balafirên şer di 21'ê Tebaxê de li ser rêya Kortek-Ranyayê bombe li wesayiteke nêzî gundê Bolê barandin. 4 jê zarok 7 sivîlên di wesayitê de hatin qetilkirin. hemû jî ji heman malbatê bûn. Bav Huseyîn Mûstafa, dayik Mêr Mam Kak, Rêzan Huseyîn ê 34 salî, zarokê 11 salî Zana Huseyîn, Oskar Huseyîn ê 10 salî, Sonya Şemal a 4 salî û pitika 7 mehî Solîn.

JI NÛ VE ŞER DEST PÊ KIR: 24'Ê TÎRMEHÊ

Piştî êrişa hewayî ya 2012'an di 30'ê Hezîrana 2015'an êriş ji nû ve bû. Bombardûman dihate wateya bidawîbûna agirbesta yekalî ya ji sala 2013'an ve dewam dikir. Êrişa herî meizn a hewayî di êvara 24'ê Tîrmehê de pêk hat. Herêmên Qendîl, Metîna, Heftanîn, Avaşîn, Xakurkê, Xinêre û Garê bi 50 balafirên şer hatin bombekirin. Ev êriş destpêka konsepteke nû ya şer a li dijî Kurdan bû. Heman piştî vê êrişa hewayî li Bakurê KUrdistanê bi operasyonên qirkirina siyasî êrişan dest pêkir û bi şerê bajaran dewam kir.

KOMKUJIYA ZERGELÊ

Piştî 24'ê Tîrmehê her şevê êriş li qadên sivîlan hate kirin. Balafirên şer ên Tirk di 1'ê tebaxa 2015'an de saet 04:00 bombe li gundên Binarê Qendîlê barand. Yek ji wan gundên bûn hedef jî gundê Zergelê bû. Balafirên şer ên Tirk destpêkê êrişî mala Mam Xidir kirin. Hevsera Mam Xidir Ayşe jiyana xwe ji dest da, hin gundî birîndar bûn. Piştî ku bûyer hate bihîstin gelek kes çûn alîkariya Mam Xidir. Balafirên şer ên Tirk vê carê bombe li wan gundiyan barandin. Di encama bombardûmana duyemîn de 7 sivîl hatin kuştin. Her wiha 10 kes jî birîndar bûn.

NAVBERA SALÊN 2017-2018

Artêşa Tirk di 14'ê Kanûna 2017'an de ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê derbasî nava xaka başûr bû. Bi helîkopteran gelek leşker li herêmên Geliyê Reş, Çiyayê Siro, Çiyayê Evdilkofî, Ava Hecîbegê danî. Bi qasî 30 kîlometreyan Başûr dagir kir. Li Lêlîkan, Çiyadêl û gelek qadên din baregehên nû yên leşkerî ava kir.

Li gorî Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebbar Yaver ji 1'ê Çileya 2015'an heta 31'ê Kanûna 2018'an balafirên şer ên Tirk 398 caran êrişên hewayî û 425 caran êrişên bi topan kirin. 288 gund bûn hedefa êrişan.

Dewleta Tirk di navbera salên 2017-2018'an de di êrişan de herî kêm 30 sivîl qetil kir, bi dehan jî birîndar kir.

PIŞTÎ DÊLAROKÊ ŞÊLADIZÊ

Dewleta Tirk di 23'ê Çileya 2019'an de êrişa hewayî li bajarokê Dêralok a Amediyê kir û 4 sivîl qetil kir. Ev yek bû sedem ku hêrsa gelê Başûr zêde bibe. Gelê Behdînanê ku bi berxwedêriya xwe tê naskirin, di 25'ê Çileyê de li gel astengiya hêzên asayîşê li Dêralokê kom bû û çalakî kir. Gelê Behdînanê piştî rojekê careke din daket qadan û li dijî dagirkeran bi xurtî li ber xwe da. Bi hezaran kes ber bi Baregeha Leşkerî ya Sîrê ve meşiyan ku li Şêladizê bû. Piştre ketin hundirê baregehê, agir berda wesayitên leşkerî û kevir li baregehê barandin. Bi hezaran kesî dirûşmên 'Dijmin Erdogan', 'Kujer Erdogan' qîriyan û xwestin ku leşkerên Tirk ên dagirker ji herêmê bên derxistin. Di êrişa leşkerê Tirk de 2 sivîl şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn. Yek ji qurbaniyan zarokek bû.

CAREKE DIN KORTEK

Artêşa Tirk di dema êrişên xwe yên dagirkeriyê de ku 27'ê Gulana 2019'an bi navê 'Pençe' dest pê kir bi êrişên balafirên şer sivîl qetil kir. Li herêma Goşîn a navçeya Soranê ya Hewlêrê di 25'ê Hezîranê de bombe li wesayiteke sivîl barand û 2 birayên di wesayiştê de qetil kir, yek jî birîndar kir. Di bombardûmanên ehwayî de 2/'ê Hezîranê vê carê li qada Kortekê ya navçeya Ranya ya Silêmaniyeyê 2 wesayitên sivîl ên kku ji karê bax û baxçeyan vedigeriyan hatin bombekirin. Di encama vê bombardûmanê de Abdulla Alî Mîne (53) û zarokên wî Kurdistan Abdula (30) û Heryad Abdula (19) jiyana xwe ji dest dan. Taybet Mihemed Abdula, Mihemed Abdula, Benaz Abdula, Rabî Mihemed û kesekî din bi birîndarî rizgar bûn.

ÊRIŞ Û KOMKUJÎ DEWAM DIKIN

Dewleta Tirk ku ji sala 1983'an û vir ve êrişên xwe yên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê didomîne, bi qasî 30 kîlometreyî Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Zêdeyî 20 baregehên xwe yên leşkerî heye. Di nava çar salên dawî de gelek caran êrişên hewayî û bi topan li herêmê kir. Dewleta Tirk ku hewl dide dagirkeriya xwe mayinde bike, komkujiyên sivîlan dike. Di nava du rojên dawî de li Sîdekan, Sîda û Golkayê 7 sivîl qetil kir.