Dewleta Tirk 12 welatiyên herêma Biradost girtin

Hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê 12 welatî girtin, êşkence li wan kirine û çend hespên wan jî qetilkirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê artêşa dewleta Tirk a dagirker vê êvarê 12 welatiyên Herêma Biradostê girt û hejmarek hespêk welatiyan qetil kiriye. Her wiha di dema girtinê de welatî êşkence kirine.

Di nûçeyê de her wiha tê ragihandin ku kesên hatine girtin, xelkê gundên Dîla, Malmaluk û Mîdan ên ser bi bajaroka Sîdekan a navçeya Soran a Hewlêrê ne.

Şahidekî bûyerê eşkere kiriye ku piştî ku destûr dane wan biçin li herêmê pincar kom bikin, artêşa Tirk riya wan girtiye û hejmarek şêniyên wan gundan reviyane. Her di wê demê de artêşa Tirk gule berdane wan û hejmarek hespên wan welatiyên reviyan qetil kirine.

Li gorî agahiyan ew 12 welatiyên hatine girtin, hatine êşkencekirin, hespên wan hatine qetilkirin û heta niha aqubeta wan welatiyan nediyare.