Dewleta Tirk 100 wesayîtên din zirxî şand Licê
Bi ser bejahiya Licê de ku operasyoke berfireh tê lidarxistin. Çûn û hatin lê hatiye girtin. Nêzî 100 wesayitên din ên zirxî yên kirpî, kobra û hwd. tevlî operasyonê hatin kirin.
Bi ser bejahiya Licê de ku operasyoke berfireh tê lidarxistin. Çûn û hatin lê hatiye girtin. Nêzî 100 wesayitên din ên zirxî yên kirpî, kobra û hwd. tevlî operasyonê hatin kirin.
Operasyona leşkerî ya bi tevlêbûna 8 hezar leşker, polîs û qorîciyan li 18’ê gundên Licê, 5’ê Adarê dest pê kirî didome. Operasyon li 30 kîlometre qada di navbera Licê û Dara Hênê de berdewam dike û herî pir jî li gundên Zengesor, Xosor, Mergê, Mizak, Hendiv, Barav û Axtîganê asê bûye. Di operasyonên bi desteka hewayî de ji ber ku şebekeyên telefonê hatine birîn, têkilî bi şêniyên gund re nikare were danîn. Bi ti awayî destûr nayê danîn ku bikevine gundan û jê derkevin.
Şevê dî nêzî 100 wesayitên zirxî yên kirpî û kobra şandin qada operasyonê. Her wiha bi helîkoptêran jî gelek sewqiyat hate kirin. Di operasyonê de bi ser gelek malên gundiyan de girtin û gelek kes hatine binçavkirin. Li gundê Mêrdê Idrîs Atagun û Ahmet Alik ku pezê xwe biribûn nêçîrê hatin binçavkirin. Nayê zanîn bê ka gundî li kû ne û serlêdana malbatan jî bê encam ma.
Têkildarî operasyonê ku carê dengê bombeyan tê, Walitiya Amedê daxuyanî dabû û gotibû operasyon bi 7 hezar jandarma, 600 tîmên taybet û 559 qorîciyî dest pêk iriye.