‘Dewlet dixwaze ser doza qetilkirina Elçi bigire‘

Di daneşîna doza qetilkirina Tahîr Elçî de parêzeran bal kişand bi ser wê yekê de ku dewlet dixwaze ser dozê bigire. Di rûniştina bê de wê Ahmet Davûtoglû guhdar kirin.

Rûniştina doza 3 jê polîs 4 kes têkildarê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî tên darizandin hat kirin. Polîsên bi navê Sînan Tabûr, Mesût Sevgî û Fuat Tan ji sûcê “bûne sedemê mirina zanebûn a qisûrdar” ji 3 salan heta 9 salan bo wan cezayê girtîgehê tê xwestin û darizandin. Her wiha endamê PKK’ê Ûgûr Yakişir jî ji sûcê “bûye sedemê mirina bi qestî” 3 caran cezayê heta hetayê yê girankirî tê darizandin. Birayê Tahîr Elçî Mehmet Elçî, Omer Elçî, hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, serokên baroyan û nûnerên gelek saziyên navneteweyî tev li dozê bûn.

Huseyîn Ogunc ku li Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê girtî ye û ku di danişînê de wî wek şahid derxistine pêş bi rêya SEGBÎS’ê hat guhdarîkirin. Ji Ogunç hat pirskirin ku Ûgûr Yakişir nas dike ya na. Wî got: ‘’Ez nas dikim.’’ Ji pirsa serokê dadgehê ‘’Di der heqê Tahir Elçî de tu gotin kirin?’’ re jî bersiva ‘’Di der barê Tahir Elçî de min tu gotin nekirine’’ da.

Piştî guhdarîkirina li şahid, polîsên bersûc Mesût Sevgî, Sînan Tabûr û Fûat Tan ên bi SEGBÎS’ê tev li dadgehê bûn gotin ku tiştekî bibêjin nîn e.

‘DI DOZÊ DE TU PÊŞKETIN NEBÛ’

Piştre parêzer axivîn û behsa bûyerê û dozê kirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û destnîşan kir ku tevî ewqas sal jî heta niha di dozê de bi qasî serê derziyê tu pêşketin çênebûye. Nahît Eren da zanîn ku gotinên Serokwezîrê serdema cînayetê Ahmet Davutoglu yên wek “Cînayeta Tahîr Elçî cînayetek siyasî ye” û “dadgeh gazî min bike, ez ê îfade bidim” bi bîr xist û tevî ku Davutoglu van gotinan kiriye jî lê heta niha dadgehê vê piştguh kiriye û got: “Dibe ku di demên pêş de Davutoglu bibe bersûc jî. Biryarên ku tarî bê ronîkirin bidin.”

'DERIYÊ ODEYÊ KILÎD KIR Û XWEST MIN BIKIN GUMANBAR’

Parêzerên bi navê Orhan Kemal Cengîz, Erdal Dogan jî axivîn. Parêzer Mahsûnî Karaman jî axivî û cara ewil e ku bûyerek di pêvajoya lêpirsînê de hatiye sere wî vegot. Karaman destnîşan kir ku piştî wî tespît kiriye ku 13 saniyeyê dîmenê kameraya polîs a di cînayeta Tahîr Elçî de winda ye, tavilê piştî dozgerê ku lêpirsînê birêve dibir Ûmût Încîr di odeyê de derî li ser wî kilîd kiriye û xwestiye wek gumanbarê dosyeyê îfadeya wî bigire. Karaman wiha qala bûyera hatiye serê wî kir: “Piştî ku min kêmasiyên di dîmenan de tespît kirin, dozgerê ku lêpirsîn birêve dibir ez li odeya xwe hiştim û derî li ser min kilîd kir. Xwest îfadeya min pêşî wek gumanbar û paşê jî wek şahid bigire. Ji ber ku min kêmasiya 13 saniye dît, vê tiştê li min kir. Wê demê serokê baroyê û parêzeran zorê da derî û min derxistin derve. Rojnameya Zamanê ji min re hejand û ji min re got, heke ez wek gumanbar îfade bidim, ‘ez ê te bigirim’. Dema me vê yeke ji serdozger re got, serdozger got, 'Min fermana kilîdkirina deriyê odeyê daye’. Ew Serdozger Ramazan Solmaz bû, niha jî ew doza Kurdên li Konyayê hatin qetilkirin lêkolîn dike. Ew serdozger e, ev serdozger e.”

'PARÊZVANÊ SERDOZGER GULE BERDA HEWAYÊ’

Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî anî ziman ku wan xwestiye li gel dozger biçin kuçeyê kuştina Elçî lêkolîn bikin. Aktar diyar kir ku ji bo ew biçin cihê bûyerê derketine ser rê û dengê çekan hatiye wan û ji ber denge çekan vegeriyane. Aktar anî ziman ku dengê çekan piştî ku parêzvanê serdozger gule berdaye hewayê hatiye û got: “Xwestin bêjin va şer derketiye. Ji bo ku delîlan ji holê rakin, qedexeya derketina derve bê ragihandin. Jixwe wisa jî kirin.”

Di danişîna doza cinayeta Tahîr Elçî Elçî de derbarê daxwaza parêzeran de biryara navberê da. Dadgehê, biryar da ku ji ATK'ê re muzakere bê nivîsandin û jê bê pirsîn ku çima 12 saniyeyê dîmenê dema cinayeta Elçî hatiye windakirin. Biryar hat dayîn ku li benda bersivên muzakeryên ku hatine nivîsandin û nehatine bersivandin bê sekinandin. Dadgehê, daxwaza parêzeran a ji bo guhdarkirina endamên îstixbaratê yên li cihê bûyerê û li şûna SEGBÎS'ê polisên bersûc li dadgehê bên amadekirin, red kir.

Dadgehê, daxwaza parêzeran a guhdarîkirina serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû ku beriya niha red kiribû jî qebûl kir û biryar da ku ji bo ku weke şahid bê guhdarkirin navnîşana Davûtoglû bê tespîtkirin û jê re agahdarname bê şandin.

Dadgehê danişînê taloqî 13'ê Mijdarê kir.