Dewleta Îranê kolberekî din qetil kir

Hêzên dewleta Îranê li Hewramanê kolberekî 26 salî qetil kirin.

KUŞTINA KOLBERAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, êvara Yekşemê hêzên dewleta Îranê li herêma Hewramanê kolberekî 26 salî yê ji Rojhilatê Kurdsitanê qetil kirin.

Kesekî ku şahidî ji bûyerê re kir ji Rojnewsê re got, "Navê kolberê hatiye qetilkirin Aram Xelîl e. Ji Sergetî ya Hewramanê ye. Aram debara xwe bi kolberiyê dikir. Danê êvarê hêzên rejîmê yekser gule li kolberan reşandin. Aram ji sînga xwe birîndar bû. Li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da."