Dewlet êrîşî gundên Licê dike: Agahî ji sivîlan nayê girtin

Dewleta Tirk bi 8 hezar leşker, polîs û cerdevanên xwe êrîşî bejahiya 18 gundên Licê dike, ku li van gundan derketina derve hatiye qedexekirin. Li vê herêma operasyon lê meşandin, agahî ji sivîlan nayê girtin.

Piştî ku duh danê sibehê li 19 gundên navçeya Licê ya Amedê derketina derve hat qedexekirin, dewleta Tirk bi 8 hezar leşker, polîs û cerdevanan dest bi operasyonê kir. Ji duh û vir ve herêm bi balafirên şer, helîkopterên bi tîpa Kobra û Skorsky tê bombekirin. Her wiha hejmareke zêde ya maşînên zirxî li herêmê bi cih bûn. Dewleta Tirk tevî 8 hezar çekdarên xwe, her wiha maşînên kar ên Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) bir herêma operasyonê.

Ji duh danê sibehê û vir ve çûn û hatine vê herêmê girtî ye. Xetên telefonê yên li herêmê jî hatine qutkirin. Agahî ji mirovên li van gundan dijîn nayê girtin. Tê gotin, dibe ku operasyon li herêmên Çemê Elik, Xerabê û Spênî yên li sêgoşeya Licê-Hênê-Dara Hênê were berfirehkirin.

Li gundê Mêrgê yê navçeya Licê, duh danê sibehê dengê çekan ji herêma bejahî hatibû.

Di daxuyaniya Walîtiya Tirk a li ser mijarê de hat ragihandin, 7 hezar jenderme, 600 polîsên tîmên taybet û 559 cerdevan tevlî operasyonê bûne. Hat gotin, di vê operasyonê de her wiha 17 helîkopter, 33 kobra, 35 maşînên zirxî kîrpî, 16 ejder û Land Rover di operasyonê de tên bikaranîn.