'Dewlet destavêtinê rewa dike'

Gerîlaya YJA-Starê Toprak Şilêr bal kişand ser tundiya li dijî jinê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û diyar kir, ku ev êriş pêngaveke qirkirina civakî û çandî ye, dewlet destavêtinê li her deverê rewa dike.

Komara Tirkiyê ango desthilata AKP û MHP’ê her demê şîdeta li dijî jinan rewa dibîne û vê yekê wek çek û amûreke ji bo tepisandina çand û exlaqê civakê bi kar tîne. Di dîroka desthilata AKP û MHP’ê de jî diyar dibe ku kuştin her ku diçe zêde dibin lê her ku diçe pêşî sûcdaran jî tê vekirin.

Di derbarê van kirinan de Gerîlaya YJA-Starê Toprak Şilêr got, "Ev kirin ne tenê bi roja îro ve, bi hişmendiya bi hezaran salan a zilamsalarî ve girêdayî ye. Wekî ku tê zanîn di her saniyê de 2 jin li cîhanê de tên qetil kirin. Rûxmê vê dewlet van kirinan tenê dem bi dem di ragihandina xwe de dide. Di ragihandina dewletan de carinan hijmara kuştişnan kêm tê nişan dan, carinan jî zêde lê her wextî heye."

Şilêr diyar kir ku paralelî kuştinan xeteke têkoşîna jinan jî diyar dibe û hewildanên dewletan ya tepisandinê ji ber vê sedemê her diçe zêde dibe û got, "Bandora jinê di parastina çand û exlaqa civakê de pir e. Dema hêza jinê ya pêşêngiyê derdikeve holê, tekoşîna gelan bilind dibe, ji lewra jinan dikin hedef."

'JI TÊKOŞÎNA JINAN DITIRSIN'

Gerîlaya YJA-Starê Toprak Şilêr axaftinên xwe wiha domand: "Êrîşên dawî ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li ser jinan tên pêkanîn bi zanebûn û awayekî sistematik tên kirin. Ev yek jî beşeke bingehîn ji projeya wan a qirkirina Kurdan e. Armanc ew e ku zanebûn û vîna ku di şaxsê jinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de derket holê û destkeftiyên Kurdan werin tepisandin û bidawîkirin. Yek jê mentiq û rêbazên dagirkeran ev e ku dagirkirina welatekî bi dagirkirina jinên wî welatî dest pê dike.

Di salên 90’î de li Kurdistanê qirkirinên fizikî eşkere pêk dianîn, aniha jî didomîne. Lê qirkirinên fîzîkî û çandî ya roja îro ne li ber çav in û bi giranî di şexsê jinên Kurd de tê meşandin."

Gerîlaya YJA-Starê Toprak Şilêr bûyera windabûna jina ciwan a Kurd Gûlistan Doku li Dersîmê a beriya 5 mehan nirxwand û bal kişand li ser daxuyaniya Soylu û got: "Di daxuyaniya xwe de Soylu dixwaze wisa bide xwuya kirin ku qaşo pir bi pirsgirêkên jinan ve mijûl dibe û ji bo lêgerîna Gûlistan Doku biryara valakirina bendava li Dersîmê da. Lê gerek were zanîn ku ev yek di heman demê de tê wateya avakirina tehribata li ser xwezaya Kurdistanê ye. Dewlet ji tekoşîna jinan ditirse."

'ÊRÎŞ BI XWERÊXISTINIYÊ WÊ WERIN PÛÇKIRIN'

Gerîlaya YJA-Starê Toprak Şilêr di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Paradîgmaya Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdistanê ye, ji bo tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Çareseriya van hemû pirsgirêkan encex bi fikir û ramanên Rêber Apo ve genganz e. Bi birdoziya rizgariya jinê hemû bingehên tekoşînê ava bûne. Lê jin divê di wateya rasteqîn de hişmendîya zilamsalerî û tahrîbatan bibîne û li ser vê esasê xwe rast birexistin bike. Encax bi vî şeklî jin dikarin çalak bin û parastina rewa û parastina cewherî pêk bînin."