'Dewlemendiyên Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dikin'

Sûrçî: Dewleta Tirk bi hinceta ku şerê PKK’ê dikin îro axa Başûrê Kurdistanê dagir dike û dixwaze heta sala 2023'an van herêman bixe nava sînorê dewleta xwe.

Rêveberê Giştî yê Malbenda 20’an a Qereçox yê Partiya Yekîtiya Nişatîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Navçeya Mexmûrê Nesulilah Sûrçî li ser dagirkerî ya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji ajansa me re axivî û bang li gelê Kurd û partiyên Kurd kir ku di demek nêz de kongreya neteweyî lidar bixin.

Nesrulah Sûrçî di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser aloziya ku ji 2014’an ve li Başûrê Kurdistanê diqewime û wiha bilêv kir: "Ji sala 2014'an heya niha li Başûrê Kurdistanê di aliyê aborî de pirsgirêkên hene. Vê rewşê bi sedan pirsgirêkên din bi xwe re anî. Di sala 2012'an de dahata Başûrê Kurdistanê 12 milyar dolar bû, lê ji wê rojê heta niha em nizanin ew petrola ku em difiroşin ji bo kê û bi kû ve diçe, her wiha nayê zanîn bê ka dahata wê jî bi kû ve diçe. Herî dawî derket holê ku ji bo firotina petrola Başûrê Kurdistanê di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de ji bo 50 salan peymanek hatiye îmzekirin. Nayê zanîn ka ev petrol niha ya me ye yan ya dewleta Tirk e. Ji ber vê neheqiyê ku niha li ser Gelê Başûrê Kurdistanê tê kirin, gel ji bo bertek nîşan bide derketine qadan û daxwaza mafê xwe dikin."

Sûrçî diyar kir ku dewleta Tirk wê hêdî hêdî hemû axa Başûrê Kurdistanê dagir bike û wiha dewam kir, "Dema em temaşe dikin îro herêma Behdînan û beşek ji herêma Soran a Başûrê Kurdistanê niha ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin. Niha 73 baregehên leşkerî yên dewleta dagirker di nava axa Başûrê Kurdistanê de hene. Dewleta Tirk bi hinceta PKK'ê hemû hêza xwe tîne Başûrê Kurdistanê, lê belê mijar ne PKK ye, armanca wan ew e ku hemû axa Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Dewleta Tirk dixwaze ku heta sala 2023’an di serî de bajarê Mûsil û hemû axa Başûrê Kurdistanê bixe nava sînorê dewleta xwe."

Sûrçî di dewama axaftina xwe de qala herêmên ku dikevin çarçoveya madeya 140 a li gorî qanûnê Iraqê û wiha pêde çû: "Piranî axa Başûrê Kurdistanê dikeve nava sînorê madeya 140'î ku niha ji derveyî sînorê herêma Kurdistanê dimîne. Dewleta Iraqê her tim hewil dide ku rêjeya Ereban a li van herêman zêde bike da ku demografiya herêmê bidin guhertin û ji bo ku bikaribin dema pêş van herêman bixin nava sînorê dewleta navendî ya Iraqê. Pêwîste di demeke nêz de ev herêm bên vegerandin li ser nexşeya Kurdistanê, ji ber ku ev herêm di nava axa Kurdistanê de ne."

Sûrçî da xuyakirin ku hêzen PDK’ê dixwazin derbasî nava axa Rojavayê Kurdistanê bibin ku ev yek ji bo  xerakirina aramiya herêmê ye û wiha dewamî da axaftina xwe: "Mûçeya hêza Roj ya ku dixwaze derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, ji aliyê dewleta Tirk ve tê dayîn. Armanca wan hêzan jî ya çûyîna Rojava ew e ku ji bo hêza QSD'ê pirsgirêkan derxînin û aramiya herêmê xera bikin. PDK'ê ji bo berjewendiyên xwe yên rojane hemû dewlemendiya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dike. Ji ber vê yekê jî îro dewleta Tirk bi hêsanî dikare bikeve nava axa Başûrê Kurdistanê û dagir bike. Hemû dewletên derdora me gelê Kurd ji xwe re dijmin dibînin û li gel wan ferqa tu Kurdekê nîne ji yê din."

Sûrçî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd û partiyên Kurd kir ku pêwîste di demeke nêz de kongreya neteweyî lidar bixin. Ji ber ku yekane rêya çareseriyê kongreya neteweyî ye.