Desteserkirina malê Sûryaniyan di rojeva Parlamentoya Swêdê de ye

Komeke wekîlên Swêdê ji mijara ku Tirkiye dest li ser malê Sûryaniyan danî kirin rojeva parlamentoyê.

Wekîlê Partiya Karker a Demokratên Sosyal Yilmaz Kerîmo û Wekîlê Partiya Xiristiyanên Demokrat Rober Halef her yekê pirsnameyeke nivîskî dan û mijara ku dewleta Tirk dest li ser dêr, manastir, goristan dewrî saziyên dewletên kirin anîn rojeva Parlamentoya Swêdê.

Kerîmo di pirsnameya nivîskî de diyar kir  li gel ku YE ji mêj ve ji ber nêzîkatiya Hikûmeta Tirk a li kêmaran rexneyan dike jî Tirkiyê helwesta xwe neguherandiye û mafê kêmaran binpê dike.

Kerîmo diyar kir herî dawî gelek dêr û manastir dewrî Seroktiya Karê Diyanetê hatine kirin û got helwesta Tirkiyê li dijî peymanên navnetewî ye ku îmza xwe li bin daniye û li dijî Peymana Lozanê ye.

Robert Halef jî diyar kri ji 1960’î û vir ve ji ber zext û zordariya Tirkiyê ya li ser nasnameyên bawerî û etnîk nêzî nîv milyon Sûryanî neçar mane ku xwe li welatên Ewropayê bigirin, koçber bibin û dewleta Tirk dest li ser mal û milk û axa wan daniye.

BILA MIJAR BIÇE NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û YEKITIYA EWROPAYÊ

Halef di pirsnameyê de got di Peymana Lozanê de ku 1923’an hatiye îmzekirin mafên kêmarên Sûryaniyan hatiye naskirin û ji ber vê sedemê jî Tirkiye neçar e ku ji dîn û çanda Sûryaniyan re hurmetdar be, dewleta Tirk mal û erdên Sûryaniyan mecbûr e ku bide wan û li weqfên Sûryaniyan vegerîne.

Kerîmo û Halef ji Wezîrê Karê Derve Margot Wallstrom dixwazin li dijî dewleta Tirk, ji ber ku dest li ser malên Sûryaniyan danîye helwestê nîşan bide û mijarê bibine Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê.

GULEYÊN DAWÎ YÊN QIRKIRINA SEYFO A 1915’AN

Serokê Lêkolînên Navendî yên Qirkirina Sûryaniyan (Seyfo Center) Sabrî Atman diyar kir ku pêngava dawî ya AKP’ê ya li ser Sûryaniyan guleyên dawî yên qirkirina Seyfo a 1915’an e. Atman got polîtîkaya AKP’ê ne nû e û berdewama polîtîkaya dewletê ye ku ev 100 sal e tê domandin û got: ‘’Êdî her kes pê dizane ku Dewleta Komara Tirkiyê xwe li ser qirkirina gelên Xiristiyan ava kiriye. Devereke vê ya ku were veşartin nemaye êdî. Serokê dewletê yan jî serokkomar ji kîjan partiyê be ne girîng e. Hemû bi heman parolayê ne. Parola ev e: Yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet. Ji vê gotinê şaş nabin. Ji ‘yek’ê mebesta wan ji Tirkîtiyê wêdetir ne tiştekî dî e. Di serî de çi Erdogan hebe, çi Perînçek-Bahçelî an jî hine dî ev polîtîka naguhere. Ev hemû berdewama Îttîhat Terakkiyê ne. Ev hemû şopdarên Talat Paşa ne.’’