Destana lehengiyê ya li Lêlîkanê

Di tekmîlê de tê gotin ku li Lêlîkanê Serdem Pîr jî şehîd bûye. Gerîlayek dibêje "Ew bûye lehengê efsaneyê". Navê lehengan bê guhertin jî destan dewam dike.

Piştî amadekariyeke berfireh, ew kêliya ku hemû gerîla li bendê bûn dest pê dike. Gerîla wê bigirin ser girê Lêlîkanê (Şehîd Zîlan) ku leşkerên Tirk roja 5'ê Nîsanê xwe bi helîkopteran danîn ser. Ji bo çalakiyê civîn tê kirin. Ji ber israra me, destûr hate dayin ku em jî tevlî civînê bibin û civînê bişopînin. Fermandarekî gerîla yê bi navê Baer civînê bi rê ve dibe. Qala hesasiyeta pêvajoyê dike, balê dikişîne ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û destnîşan dike ku bi vê çalakiyê re wê berxwedana gerîla derbasî qonaxeke nû bibe. Û diyar dike ku çalakî çirûska Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz e ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê dest pê dike.

Hemû gerîlayên li civînê bi baldarî li fermandarên gerîla guhdarî dikin. Piştî civîn û plansaziyê, her kes ji bo biçe cihê xwe dikevin nava liv û tevgerê.

NAVÊ KOD Ê ÇALAKIYÊ: AGIRÎ

Çend roj piştî civîna çalakiyê, 27'ê Nîsanê ji cîhaza ragihandinê ya gerîlayekî li gel xwe pê dihesim ku liv û tevgerekê dest pê kiriye. Û ew peyva ku rê li ber destpêkirinê vedike tê gihîstin: "Ji hemû deryayên ku deng dibihîzin re: AGIRÎ.. Ji hemû deryayan re: AGIRÎ". Piştre Xakurkê û Bradost bi dengê teqînê dihejin. Navê fermandar Agirî weke kod li destpêkirina çalakiyê kirine. Nêzî nîv saetê, 40 deqeyan dengê hawan, katyûşa, doçka, BKC, B7, bombeyan, kalaşnîkovan qet nasekine. Piştre dengê teqînê kêm dibe. Dema ku deng nema tê, em fêhm dikin ku çalakî qediya ye. Vê carê jî dengê helîkopter, balafirên keşfê û yên şer tê. Balafirên şer bombeyan li Girê Lêlîkanê û derdora çemê Lolanê dibarînin. Helîkopter jî mirî û birîndarên xwe yên li ser gir radikin. Yek radibe, yeka din xwe datîne.

Xuya ye gelek kuştî û birîndarên wan hene. Gerîlayên li cem min dibêjin, normal bi rojê ewqas helîkopter ranedibûn. Em bi baldarî li benda encama çalakiyê ne. Piştre ji cîhazê detayên çalakiyê tên ragihandin. Ji 6 baskan bi çekên giran derb hatin lêxistin, ji du baskan ve gerîla xwe gihandin ser gir û di encamê de çepera radarê, çepera bombavêj, çepera A4 û çeperên kamera mobese hatine rûxandin. Bi qasî ku gerîla bi çavan tespît kirin 34 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di tekmîlê de tê gotin ku li Lêlîkanê Serdem Pîr jî şehîd bûye. Dema ku navê Serdem dibinîzim hemû bîranên me yên bi hev re tên ber çavên min. Ev agahî bandorê li gerîlayên li gel min jî dike. Yek ji gerîlayan dibêje, "Wî bi lehengî şer kir û şehîd bû. Ew bû lehengê efsaneyê."

SERDEM BI SER DIJMIN VE DIÇÛ

Rojek piştî çalakiyê ez gerîla Mîrxan dibînim. Serê wî pêçayî ye. Ji çavên xwe bi sivikî birîndar bûye. Pirsa detayên çalakiyê lê dikim. Bi taybetî şehadeta Serdem meraq dikim. Dema ku navê Serdem tê bilêvkirin, destpêkê hinekî disekine û li çem dinere. Serê xwe radike û hêdî dest bi axaftinê dike. Dibêje, "Dema ku çalakiyê dest pê kir, ez, Serdem û Arîn em li gel hev bûn. Gelekî mij hebû. Arîn bi B7 li çeperan dixist. Me jî bi bombeyên destan û kleşên xwe li leşkerên direviyan dixistin. Piştî ku perçeyek li çavê min ket, Serdem bi tena serê xwe ma. Hemû bombe diavêj çeperan û piştî ku bombe diteqiya bi ser çeperan ve diçû. Piştî wextekê ji çeperên li pişt gir, leşker weke teqwiye hatin. Ji ber mij bû, bi dizî dihatin. Ji ber mij, hevalên sekvan nikarîbûn mudaxle bikin. Leşkerên ku sûd ji mij wergirtin, şoqa serdegirtinê ji ser xwe avêtin û êdî bersiv didan. Ji xwe cenazeyên gelek leşkeran li naverastê mabûn. Wekî din li çeperên hatin rûxandin jî gelek leşkerên mirî û birîndar hebûn. Diviyabû êdî me xwe vekişanda, lê hevalê Serdem dixwest hemû çeperan birûxîne. Timî bi ser çeperan ve diçû. Wê wextê ji çepereke veşartî ku me nedîtibû gule li aliyê hevalê Serdem hate reşandin. Û min dît ku bedena wî ciwanê ku bûbû tirsa dilê hemû leşkerên li ser gir, kete erdê."

Mîrxan ji nişka ve bêdeng bû. Min dît ku bi zehmetî qalê dike, lewma min jê re got, "Temam, tu dikare piştre qalê bike." Got, "Temam, lê tiştekî bi tenê ji te dixwazim. Divê tu li ser vî lehengî binivîsîne." Min jî jê re got, temam.

Çalakiya li Lêlîkanê bandoreke mezin dike. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, fermandarê leşkeran ê li gir ji wezîfeyê hatiye girtin. Wekî din, ji bo artêşa Tirk a dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, ji bo dîktatoriya Erdogan ê faşîst bûye derseke mezin.