Derketina gelek gundên Farqînê hatin qedexekirin

Di çarçoveya operasyonên leşkerî yên li navçeya Farqîn a Amedê de derketina gelek gundan hate qedexekirin. Leşkerên ku qedexe bi rêya keyeyên gund ragihandin ketin gundan.

Ji bo ketin û derketina gelek gundên girêdayî navçeya Farqîn a Amedê qedexe hate îlankirin. Têkildarî qedexeyê ne ji aliyê Walîtiya Amedê û Qeymeqamiya Farqînê ve nehatekirin, rêveberên leşkerî keyeyên gundan vexwendin qereqolê û qedexe bi rêya wan ragihandin. Li gorî agahiyên ji keyeyan hatin girtin; leşkeran daxwaz ji keyeyan kiriye ku qedexeyê ragihînin. Piştî ragihandina qedexeyan û şûnde leşker ketin gundan û dest bi operasyonê kirine.

Navên gundên ku qedexe lê hatine ragihandin wiha ne: Korît, Keewşan Hacîca, Garsî, Weyîskanî Jorîn û Weysîkanî Jêrîn.