Derewa ‘aramî hat’ zû bi dawî bû

Derewa Walî û qeyûm a ‘Aramî hate Colemêrgê’ zû qediya. Piştî festîvala li Çiyayê Cûdî û Zozanên Berçelan û şûnde ev herêm hatin qedexekirin an jî bi destûrên taybet dikare bê bikaranîn.

Propagandaya ‘Aramî hate Colemêrgê’ ya di festîvala ku Walîtiyayê Colemêrgê lidar xist de, bi dawîbûna festîvalê re qediya.

Li gel festîvala Walîtiya Colemêrg a Golên Cîlo-Sat hate kirin, îdîa kiribû ku herêm ji bo gel û wezîşvanan vekiriye. Çemên Cîlo-Sat hema piştî festîvalê herêm hate qedexekirin û bi destûra taybet dikare bikeve wan deran. Yên dixwazin biçin van herêman, merce ku ji Walîtiya Colemêrg, Qeymeqamtiya Geverê yan jî ji leşkeran destûr bê girtin.

GUND DI BIN GEFÊ DE NE

Qedexeyên li Golên Cîlo-Sat’ê li Zozanên Berçelan û deverên din jî tê pêkanîn. Hema piştî aktivîtyên hatin kirin ji ketin û derketinê re qedexe kirin. Mirovên ku lawirên wan man zozanan, dikarin bi destûra taybet biçin zozanan. Gundiyên ku bi taybet lawirên wan mane Zozanên Berçelan, di bin gefên êrîşa hêzên Tirk de ne.

REWŞA AWARTE TÊ PÊKANÎN

Di serî de navenda bajarê Çelê li temamiyê rewşa awarte tê pêkanîn. Çûyîna welatiyên Çelê ya nava baxçeyên xwe bi destûra taybet pêk tê. Colemêrgiyên li navenda navçeya Çelê ne qeytkirî ne, welatiyên derve tên, divê li ser vexwendin û nasînê bên. Welatiyek ji derve bê navenda Çelê, ji aliyê îstixbarat, leşker, polîs û cerdevanan ve tê şopandin. Eger kesên bên Çelê nasê wan nebe, tên destgîrkirin, lêpirsîn. Ev kes an ji navçeyê tên derxistin an jî girtin.