Derbên xurt li dagirkeran hate dayîn: 14 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên xurt ên gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li dijî artêşa Tirk de bi kêmanî 14 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên berfireh li ser çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li dijî artêşa Tirk parve kirin.

HPG’ê ev agahî da:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzê me 5’ê Tîrmehê li dijî artêşa TC’ê çalakiyek bi bandor kiriye. Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û hejmara kuştî û birîndarên dijmin wiha ne;

Hêzên me saet 10:30’î li dijî konvoyeke ya ji wesayîtên zirxî ya artêşa TC a ji alaya Erîş a navçeya Çelê ya Colemrêgê ber bi Tepeyê Xergolê ve diçû çalakiyek kirin. Di vê çalakiya ji 3 baskan ve bi xurtî li konvoyê hate xistin de wesayîteke bi tîpa Kîrpî bi temamî hate rûxandin û wesayîta leşkerî ya Reo jî derb xwariye. Di vê çalakiyê de bi qasî heta zelalkirin 9 leşker hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi gelek wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistine, li qadê dest bi operasyonekê kirine. Yekîneyên me yên çalakî kirine bi selametî gihiştine navendên xwe.

GERÎLAYÊN YJA STAR ÇALAKIYEKE YA SEKVANIYÊ KIRIN

Hêzên me yên YJA Star saet 13:40’î li dijî yekîneyeke ya dijmin a ewlekariya Tepeyê Şehîd Sarya ya girêdayî herêma Xakurkê ya Herêmên Parasatinê ya Medyayê dikirin çalakiyeke ya sekvaniyê lidar xistine. Di vê çalakiyê de fermandarê yekîneyê hatiye kuştin. Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê bi çekên giran ketober derdor gulebaran kirin, di saetên şevê de leşkerê xwe yê kuştî bi helîkoptera Skorsky ji qadê rakirine.

Hêzên me saet 14:00’ê li dijî hêzên dagirker ên li Tepeyê Girê Bayê yê girêdayî devera Çarçella ya dikeve xeta sînor a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî û bandor li çeper û kozikên dijmin hate xistin de, leşkerek hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.

LI DIJÎ LEŞKERÊN LI GIRÊ RADARÊ BICIH BÛBÛN ÇALAKÎ HATE KIRIN

Roja 5’ê Tîrmehê saet 20:00’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ku li Girê Radar yê navçeya Qileban a Şirnexê bicih bûbûn çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de navenda radarê ya li gir bû hedef û navenda radarê hate rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran biserûber hêrêm gulebaran kir û li herêma daristan şewat derket.

LI DIJÎ WESAYÎTA BI TÎPA AMAROG ÇALAKÎ SABOTAJÊ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa ku li Botanê didome, roja 5’ê Tîrmehê saet 11:00’an li dijî wesayîta amarokg a artêşa TC’ê ya dagirker li navbera gundê Akir û Osyan a navçeya Perwarî ya Sêrtê çalakiya sabotajê lidar xist. Di çalakiyê de wesayîta dijmin hate rûxandin, 3 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker heta derengiya şevê rêya ku çalakî lê hatibû kirin ji trafîkê re girt. Yekîneya me ku çalakî lidarxist bi saxlemî gihişte baregeha xwe.

ARTÊŞA TIRK LI BESTA KEMÎNAN DATÎNE

Roja 4’ê Tîrmehê saet 05:00’an artêşa TC’ê ya dagiker li herêma Çiyayê Fila û Gundikê Melê ya herêma Besta a Şirnexê operasyon da destpê kirin. Artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Serkê Mihemedê Osê leşker danîn bi pêşengiya kontrayan li herêmê xebatên lêgerinê lidardixin. Artêşa TC’ê ya dagirker heman şevê bêyî encamek bigre paşve vekişya û li herêmê kemînan datîne.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 5’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker saet 11:00’an bombe li derdora çemê Lolan yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Balafiran navbera saet 11:00 û 12:00’an bombe li Girê Şehîd Nûda û Kalatûka ya herêma Qendilê barandin. Saet 20:00’an jî balafiran bombe li herêma Kurojahro ya herêma Zê barandin. Di van bombebaranan de ti windahiyekî hêzên me çênebûne."