Derbeke mezin li leşkerên ku derketibûn operasyonê hate xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê derbên mezin li leşkeran xistin ku li qada Çarçela derketibûn operasyonê. Di şer de 8 leşker hatin kuştin û gerîlayek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Ragihandina HPG’ê têkildarî operasyona Çarçela daxuyanî da. HPG’ê wiha got:

‘’25’ê Adarê saet 07.30’an li ser mintiqeya Tepê Bayê ya di navbera qada Çarçela û Geverê ya Colemergê de tevgera balafirên bêmirov, Skorsky û Kobrayê çêbûye. Artêşa TC’ê leşker li girê Bayê danîne, hêzên me bi çekên giran li Skorskyê xistine. Dîsa saet 10.00’an artêşa TC’ê leşker danîne girê Mergan û Şehîd Fikret. Dema ku hewl didan ku leşkeran li girê Şehîd Ronî deynin bi çekên giran derb li artêşa TC’ê hatiye xistin, di encamê de leşkerek miriye û du leşker birîndar bûne. Heman rojê saet 17.30’an artêşa TC’ê dîsa hewl daye ku leşkeran li girê Bayê deyne lê hêzên me bi çekên giran bersiv dane, bêyî ku helîkoptêr leşkeran deyne vekişiyane.

Hêzên me saet 18.40’î bi ser leşkerên ku li girê Bayê danîne çalakiyek pêk anîne, li vir di koz hatine tinekirin. Di çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin. Di şer de hevalê me Bahoz Amed bi lehengî şer kir û şehîd bû.

26’ê Adarê (îro) saet 06.00’an artêşa TC’ê dema ku dixwest leşkeran li girê Şehîd Rojîn û Merga deyne, hêzên me bi çekên giran bersiv dane wan û di encamê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker birîndar bûne.

Agahiyên nasnameyê hevalê me Bahoz Amed ku şehîd bûyî piştre wê werin parvekirin.

LI DIJÎ QEREQOLA ŞIKÊR ÇALAKÎ

25’ê Adarê saet 14.30’an hêzên me bi ser qereqola Şikêr a Çelê ya Colemergê de çalakiyeke bi hawanan pêk anîne, hijmara kuştî û birîndarên leşkeran li vir zelal nebûne.

BALAFIRA BÊMIROV Û BALAFIRA ŞER

25’ê Adarê saet 15.00’an li ser Avaşîn a qadên Parastina Medyayê balafirên bêmirov û şer firiyane, hêzên me bi çekên giran li wan xistine. Encama van derban zelal nebûye.’’