Der barê rojnamevan Evren de gilîname hate amadekirin

Gilînameya der barê rojnamevan Kîbriye Evren de hate amadekirin, ji aliyê dadgehê ve hate qebûlkirin. Rûniştina destpêkê wê 6'ê Kanûnê be.

Rojnamevan Kîbriye Evren roja 9'ê Cotmehê ji ber operasyonên qirkirina siyasî hatibû girtin. Dozgeriya Komarê der barê Evren de bi îdîanameya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" gilîname amade kir.

Gilîname ji aliyê 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. Rûniştina destpêkê wê 6'ê Kanûnê be.

Gilîname ji gotinên şahidê veşartî, parvekirinên medya civakî û ketin-derketina derveyî welat pêk tê û 25 rûpel in.

Di gilînameyê de karên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi biryarnameya rewşa awarte hate girtin û Tevgera Jinên Azad sûc hate dîtin.