Sembola welatparêzî û dilsoziya bi xakê re: Mam Reşît

Di sala 1988'an de li gundê Kinyanîşê tevlêbûn çêdibe. Wê wextê Reşît Arar (Mam Reşît) milîstiyê dike. Mam Reşît tevî gerîlayan beşdarî çalakiyan jî dibe.

Reşît Arar sala borî di operasyona Zapê de jiyana xwe ji dest dabû. Xuşka wî Sureç Zagros qala birayê xwe Reşît Arar kir û got, "Deqeyeke wî jî vala derbas nedibû, zêde enerjîk bû. Dixwest felsefe û îdeolojiya Rêbertî bi jiyan û helwesta xwe bide jiyîn."

Li Gundê Kînyanîşê yê Colemêrgê di sala 1973’an de ji dayîk dibe. Di salên 1984-1986’an de piştî Pêngava 15’ê Tebaxê beşdarî xebatên gerîlayan dibe. Di sala 1988’an de li gundê Kinyanîşê tevlêbûn çêdibe. Wê wextê Reşît Arar (Mam Reşît) milîstiyê dike. Mam Reşît tevî gerîlayan beşdarî çalakiyan jî dibe. Di sala 1991’ê de ji aliyê dewleta Tirk tê girtin û êşkenceyeke giran li wî dikin. Lê li dijî vê êşkenceyê Mam Reşît li ber xwe dide. Xwişka wî Sureç Zagros got ku, “Li hemberî êşkenceya dijmin gelekî bi hêrs bû, dijmin her tim ew tehdîd dikir. Di sala 1994’an de gundê me hate valakirin û cerdevanî li ser ciwanan hate ferzkirin. Heval Reşît milîs bû lê ti ferqa wî ji gerîlayan tine bû, her dem li çiyê bû."

'HELWEST Û CESARETA WÎ BANDOR LI ME KIR'

Mam Reşît di dema ARGK’ê de bi gerîlayan re beşdarî çalakiyan dibe. Piştre jî ji aliyê PDK’ê ve tê girtin û êşkence lê tê kirin. Zagros wisa qala jiyana derwêşwarî ya Mam Reşît kir:

"Ligel hemû zext û zordariyan helwest û cesareta wî bandor li me kiribû. Piraniya jiyana xwe ligel gerîlayan derbas dikir. Ez li jêr bandora jiyana wî ya derwêşwarî mam û beşdarî nav refên gerîlayan bûm. Dema li çiyê bû, carinan dihat malê ba me. Ji me re qala jiyana çiyê dikir."

'MIN PIŞTÎ SALAN EW DÎT…'

Mam Reşît bêtir li qada Zagrosê mabû û gelek tecrûbe wergirtibû. Di dema vekişîna 2013’an de Sureç Zagros tê Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji nû ve Mam Reşîd dibîne. Zagros wisa qala hestên xwe yên wê çaxê kir:

"Di sala 2013’an de me hevdu dît. Piştî 16 salan me hevdu dît. Piştî ewqas salan min ew nas kir. Ji min re got ‘xeyalên me hemûyan diyar e. Xeyala min a herî mezin ew e ku ez rojekê Rêbertî bibînim. Meraqan neke, hindik ma ku em Rêbertî bibînin.’ Li çiyê jî pêşeng bû, li malê jî wisa bû. Li ber her darekê, li ber her kevirekî teqez bîranîneke wî heye. Zarokên wî jî hebûn, lê zarokên wî ew nas nedikirin. Ji ber ku ji bo heval Reşît beriya her tiştî rêhevalên wî û gerîlla dihat."

'DI DEMA ŞEHÎDBÛNÊ DE JÎ LI HEVRÊYEN XWE DIFIKIRE'

Zagros dema ku behsa şehîdbûna Mam Reşîd dike wiha dibêje: "Dema ku Mam Reşîd şehîd bû, min ew kêliya şehîdbûna wî hîs kir. Ji bo vê jî dema ku hevalan bangî min kir, min fêhm kir ku ji bo şehîdbûna Mam Reşîd bang li min kirine. Di nav rêxistinê de şehîdbûna wî li me giran hat. Dema ku birîndar dibû jî ji bo ku hevalên li cem jê hîkar nebin tim bi wan re henek dikir, gavekê jî moralê xwe kêm nedikir. Hevalan pir jê hez dikir. Jiyana gerîla pir baş fêhm kiribû û pir dilê wî bi ser vê jiyanê ve bû. Deqeyeke xwe jî vala bernedida , enerjiyeke wî ya têra xwe zêde hebû. Hewl dida ku îdeolojiya Rêbertiyê, felsefeya wî bi jiyana xwe, bi helwesta xwe vebêje."

'BI AZADKIRINA RÊBERTÎ EM DIKARIN XEYALA WÎ PÊK BÎNIN'

Xwişka Mam Reşîd û hevala wî yê têkoşînê Sureç Zagros ku hewl da çîroka wî ya jiyanê bibêje got, "Piştî şehîdbûna Mam Reşîd derfeta min çêbû ku malbatê bibînim. Lê bi rastî jî malbat li ser xwe bû. Şehîdbûna Heval Reşîd bi helwesteke layiqî pêşwazî kirin. Di civaka me de giraniya şehîdbûnê hatiye fêhmkirin û li gorî wê nêzîk dibin. Heval Reşîd ev jiyan hînî me kir, em hewl didin ku layiqî wî bin. Ev salvegera pêşîn ya Heval Reşîd e. Heval Reşîd jî yek ji wan hevrêyên leheng e. Ew sembola welatparêzî, rûmet û dilsoziya bi xakê re ye. Em xeyala wî ya dîtina Rêbertî, xeyala hevalên wî bi têkoşîneke geş, bi derxistina derve ya Rêbertî re em dikarin pêk bînin."