Dengê ji nava dilê çiyê tê

Gava em qiyame dibûn ji nişka ve ji nava kûrahiya çiyayê dengekî weke yê şehlûl û bilbilan deng veda.

Gava em qiyame dibûn ji nişka ve ji nava kûrahiya çiyayê dengekî weke yê şehlûl û bilbilan deng veda. Piştî ku min ev deng bihîst, min got, 'divê ez ber bi vî dengî ve biçim'. Bi vî awayî me rêya xwe guhert û em ber bi vî dengê ku di tevahî çiyayan de, dolan de deng vedide ketin rê. Ya rast dengek wisa bû ku, mirov ber bi rûpelên dîrokê ve dibir. Ew qasî ji dil û bi heskirinekê dixwend.

Gelo ew çi deng bû, dengê çiya bû ya jî yê gerîlayekî bû? Di nava wan qeliştokan de dîrok bû qîr dikir, ya jî pêşeroj bû?!..Belê dengek bû, ew dengê ku dîrok ji nû ve zindî dikir û bi pêşerojê re dikir yek. Dengek wisa bû ku mirovan ber bi raboriyê ve dibir û careke din ber bi dahatûyê ve dianî. Her gaveke ku em nêzî wî denge dibûn, weke ku dilê min xwe ji nava qefesa singa min derxîne ewqasî bi kelecaniyekê lê dida. Lêdana dilê min di cih de bû. Dengbêjî bû dîroka Kurdan ya bi ziman, ya ku di nava wê de dilxweşî, şahî, êş, serpêhatî û hwd. Ya rast gava min ew deng bihîst weke ku barana biharê bi ser ruhê min de bibare. Kê gotiye mirov tenê bi meyê serxweş dibin? Na ne wisa ye. Ya rast ez ber bi vî dengê ve serxweş bûm. 

Dengek wisa bû ku dikete nava dil û tevahî hucreyên laşê mirovan û dilerizand. Tevahî xweza û gerdûn ber bi wî dengî ve ketibûn nava aramiyê, weke ku her tişt xwe di nava wî dengê çiyayî de, wî dengê dîrokî û xwezayî de nişan dida. Dengek  ji xwezaya mirovan, ya ku di nava wê de bedewiya mirovahiyê di hewîne ber bi roja me ya îro ve tê. Weke ku ew deng xwe ber bi ba dide û li tevahî gerdûnê digere. Lê careke dî jî tê çavkaniya xwe û dest pê dike.

Belê gava em gihiştin nava wê qeliştokê me dît ku dengek xwediyê xwe dîtiye, mirovekî ewqasî xweşik dengek wisa jê tê. Ya rast dengek wisa ye ku pêwîstiya xwe bi gotin û peyvan namîne. Ji ber ew deng bi xwe pênaseya xwe kiriye. Ez bawer dikim gava ku hûn jî guhdar bikin hûnê, maf bidin min. Belê ka werin em bi hev re li vî dengî guhdarî bikin.